Penabrî

 Fedwa Derwiş

Ew ji ber şer, perîşanî, zilm û ne aramiya welatê xwe reviya ne. Ji ber ku nemadikarin birûmet jiyana xwe berdewambikin, wan berê xwe dane sînoran û bi hêviya ku zarokên xwe biparêzin, berve hinek welatên ne diyar ҫûne, . Weha jî, ew bûn e  “penaber”.
Şerê Sûriyê bûye sedema koҫberiya hejmareke mezin ji xelkên wê. Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî (NY) hejmara penaberên sûriyê zêdetir ji du milyonan e, ku bi sedema nêzîkbûn û arzaniya barkirinê piraniya wan xwe li welatên derdora Sûriyê girtine. Rêjeya jinan û zarokan bilnd e, ҫiku ew yên herî ziyanbar in di şerde.
Herêma Kurdistanê jî deriyên xwe li ber penaberên Sûriyê vekiriye, hejmara wan ta niha giha ye 220.000 penaber. Bi nerîna wan, Başûr û Rojava yê Kurdistnê yek xak in, yek ziman û yek milet in, her wiha di siberojê de yek welat in ji ber van sedeman wê ne biyanî bin û wê kêşeyên penaberiyê nebînin.
Di bin giraniya barekî hindik ji tiştên xwe û barekî mezin ji hêviyan, berê xwe dane Başûr, welatê wan yê duyem da ku şûne xewinên wan hembêz bike.
Lê mixabin, penaberî mirinke hino hino ye, kêșeyên pirr yên penaberiyê para jin û keҫane,û ji zilam û lawan bêhtir bandoreke xerab li ser rewșa wan heye. Ew bi du rengan tên ҫewisandin, carekê weke penaber, carekê jî weke jin.
Mafên Jinên penaber yên mirovahî tên binpêkirin, û jin jiyaneke metirsîdar û melûl dibûrînin û kêşeya regzperestiyê û tundiyê û pirr zehmetiyan ji ber rewşa civakî û regezî dibînin. Nemaze yên di ҫadiran de, ku tu teybetmendiya jiyana wan tune ye, û kêmasiyên xizmetguzarî derbarê pêdawistiyên rojane, xizmetên tunduristî û perwerdeyê de hene.
Hejmareke mezin ji keҫan mecbûr bûne xizmên xwe xwedî bikin û berpirsyarya wan li xwe bigrin. Piraniya wan xwendin berdane ,û karên xizmetguzariyê, di mercên zor de dikin. Xwedanên kar ci ҫavên kêm li wan dinerin û bi seatên zêde û pereyên kêm wan bikarkirin didin.
Ji aliyekî din ve, hinek ji wan rastî destavêtinê, yan jî dil pêşewtandinê tên. Ev yek bandoreke xirab li ser jiyana wan dike, u hasten kêmahiyê li ba wan peyda dike.
Wêneyekî din ji perîşaniya jinên penaber heye, ew yê jinên ku jiyaneke aram bi zarok û mêr û maleke ava li şûn xwe hiştine, û li bin ҫadiran mane û bi kêşeya zarokên xwe yên belavkirî, bêkar û bê xwendin dil teng bûne.
Pêwiste  jinên penaber bên parastin û yasayek ji bidestxistina mafên wan di civaka nêrane de bê sepandin.
Ev yek jî perpirsiyariya rêxistin, komeleyên civaka sivîl û mirovane û di serî de jî hikûmeta Herêmê ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…