Daxuyanî Ji bo raya giştî ji yekîtiya nivîskarên kurd li Sûriya

Di roja 6-11-2013-an de, şandek ji yekîtiya nivîskarên kurd û vexwendiyên dîdariya wêjeyî ya ko ji 22 nivîskaran pêk hat bi awayekî fermî ji bo çalakiya wêjeyî –Roja edebiyata kurdî ya bakur- rojava- Bi çavdêriya serokê hukûmeta herêma kurdistanê û vexwndina Yekîtiya nûserên kurd li şarê Duhokê li rêka Fêşxabûr-Sê Malka hatin vexwendin.

bi aliyê berpirsyar re hatin çêkirin (Rêvebiriya Giştî a Peywendiya Diplomatîk a Rojavayê Kurdistanê) û ew hat agadarkirin ku navên vexwendî li beregehê Sêmalka ne. Lê ji me re hat gotin ku ew beregeh bi Herêmê re girtiye .
 Tê zanîn ku xwedanê vexwendina dîtingehê tim teqez dikirin ko navên vexwendiyan li beregehê Sêmalka û Ibrahîm Xelîl tenê hene. Ji neçarî me berê xwe da beregehê Şilikiyê, piştî alîkarî û piştgiriya ko Rêveberiya giştî û dezgeha asayîşên rojava ji şandê re kir. Lê piştî bendewariyeke dûr û dirêj ji katjimêra 10-ê beyanî ta 7-ê êvarî rê li ber şandê venebû ko derbas bibe tevlî ko gelek pêwendî û têkilî bi dezgehên herêma kurdistanê re çêbûn.
Bêdudilî, Yekîtiya nivîskarên Kurd di têkiliyên xwe de dezgeheke nuh û birêkûpêk e. Di têkiliyên xwe de bi hemî desthilat û dezgehên kurdî re xêrxwaz e. Lewra, em bi avakirina xurtirîn pêwendiyan digel van saziyên rewşenbîrî re ne. Lê bi awayekî rastgo û li ser bingeheke wekhevî, şaristanî û serbixwe. Ji ber ko em hebûneke çandî û serbixwe ne. em bi hêvî ne ko çand û kelepura mezinên mîna E.Xanî, M.Cizîrî, Baba Tahirê Hemedanî, Goran û Cegerxwîn li ser sînoran bi sedema pêlên siyaseta tund neyê rûxandin. Ji ber armanca me ew e ko zimanê danûstendinê û biratiyê di nav van saziyan de bi kar bê. Lewra, em dixwazin li hember berjewendiya gelê me hemû beregeh û sînorên girtî vebin.
 Hêjayî gotinê ye, ko em nerazîbûna xwe li hember avakirina dîwarê şermê didin xuyanî û wê pirotesto dikin. Ew dîwarê nijadperestiyê yê ko komara Turkiyê dixwaze di navbera bakur û rojava de ava bike. Ji ber van sedemên bi aloz û dijwar, em vê daxuyaniya xwe ji raya giştî re diyar dikin, da ko em vê rastiyê binirxînin, ew rastiya ko duhî li ser sînorê Kurdistanê birîndar bûye.
 Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya.

 Qamişlo 7-11-2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…