Pênûsa Nû(kurdî) hejmara 15an derket

  Hejmarek din tev li hejmarên rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ bû û hejmara 15an bi gelek nivîs û berhemên curbecur derket.

Di hejmara 15an de du Daxwiyanî û Dîrok, Gotar, Hevpeyvîn, Rêziman, Wergerandin, Helbest  û  Çîrok. nivîs û berhemên din ên gelek nivîskar û helbestvanan hatine weşandin.
DAXWIYANî:
– Peyvên  Şêrko Bêkes berî 20 salan (Hevpeyvîna kovara Zanîn – Xeleka yekê)
Hevpeyvîn bi zimanê erebî: Ibrahîm Yûsif … Wergerandina kurdî: Ebdulbaqî Huseynî
– Daxuyaniya  Navenda PEN a Kurd(Felakedîn Kakeyî 1943 – 2013)
GOTAR:
Bêkes Têlo: Sûrgûn…..Evîn….Mirin (Xeleka III )
Bêwar  Barî Teyfûrî: Rizgarî cesaret  û  yekbûne
Dîrok:
–  Dr. Ehmed Xelîl: Hêmanên bidest xistina erdnîgariyê
–  Dr. Mehmûd Ebas:  Guman
–  Kemal Tolan:  Kurtiyek ji Dîroka  Êzdîtiyê û hinek agehdariyên li ser cih-warên Êzdiyên ku li ba kurê Kurdistanê diman
Quncik:
 “Kurt û Kurmancî”- Hoşeng Broka: Wexta ku „şoreş“ dibe „sola“ Xwedê!
–  “Pênûsa Min îro”- Serhan  Isa: Ji  ABC  ya  şête helbestvanekî
Hevpeyvîn:
Arşevê Oskan bersiva Ezîz Xemcivîn dide: Pênûs zimanê dil e, ziman jî hest û giyan e.
Rêziman:
Ezîz Xemcivîn:  Bingehên gramera kurdmancî xeleka 2an “Celadet Alî Bedirxan” Bi navê Yezdanê pak ê dilovan ê mihrevan Rêmanên berpêşkî
Wergerandin:
Ciwantirîn ti‏‏şt zilam bike bo çûna buhuştê
Helbest: Rêbiwar Sîweylî … Werger ji kurmanciya xwarê: Dilşa Yûsûf
Helbest:
Boniye  Cegerxwin:   Amûda delal  …   Alan  pîr  Mem: Axoş ji te  …  Bêwar  Barî Teyfûrî:  Jîyan ..mirin Û  Dîsa hovîtî  …  Ehmed mustefa:  Efrîn  …  Beyar Robarî:  Dengê Canê  …  Muhemed  şerîf  Birhik:  Dûmana bê dawî
Çîrok:
Lewend Dalînî:  Goristana  Welat!
Rojnama Pênûsa Nû gav bi gav ber bi we ve tê, bi xwendina wê re hûn jî ber bi zimanê xwe yê kurdî ve diçin. Hêvya me ew e ku hûn gavên pîroz ber bi zimanê xwe yê şêrîn ve bavêjin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.
Zimanê me, hebûna me ye.
www.penusanu.com 
11.08.2013
Desteya birêvebir a ‘’Pênûsa Nû’’

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Jêrderyavanên Ehqafan» a romannûsa Siûdî Emel Elfaran, bi wergera Yasîn Hisên, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya projeyeke ku armanc dike nimûneyên hilbijartî yên wêjeya Siûdî bo zimanê…

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…