NAMA PENABEREKÎ

Lewend Dalînî

Delala Min……
Dema kû ez li kolanên welatê Biyanîyê bê salox; û bê pêjin mam!…
Bila rihana di pencera xanîyê mey axî de, nebihîze!…… Qena ne çilmise!….Û her sibeh avê Li pelê wê, bi reşîne û wêna bîn bikie!. 

Eger gemîya penaberan di nîvê deryayê de bê gemîvan bimîne, û bibe têkilî pêlên deryayê………Hingî; sor gulên di hewşa malame de, wan pê agahdar neke; ji bona pelên xwe neweşînin!…
Timî, û timî, bila çavên te li pênûsa min bê;
Bila ziwa nemîne!.
Tembûra min……
Têlên wê; bila zingarê megirin, û ne rizin…
Di mirina xopan de!……
Kû canekî bê giyan gihiştim!
Çavên te ên delalî, bila tu hêsiran nebarînin!…
Dema kû min dahêjine gorê………Hisênê Tewfo, ji Qamişloka rengîn;
Bila tembûra xwe kok bike, û strana: Derwêş û Edûlê,  Bavê Fexrîya,
Ji min re bistrinê!.
Her car………Were ser gora min, û bi leystika “Yadê Yabo Xezalê” bi leyize! Weke çaxên zaroketiya min û te ya berê!.
             **********************************************************
“Li nexweşxaneke Bajarekî ji ên Îtaliya, dema laşekî mirî li peravên deryayê Hatibû dîtin, û bi destê Bekçiyên deryayê, û bi armanca naskirina nav û nîşanên wî!……… Cilik, û kincên wî hatibûn sehkirin….Tu tişt di wan de nehate dîtin! Ne nas name, ne pere, û nejî pasteport!?…….
Ji bilî vê nameya jorîn, kû ew bi tenha, û xewşik ji av û şewitandinê Xwedîyê wê nama xwe bi rengekî delal paraztibû”.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…