Ji Evîna Rojên Kevin (Helbestek Berî 27 Salan)


Konê Reş

  Min ev helbesta xwe; (Jîn bi Fene), berî 27 salan nivîsandiye. Piştî ew bûyera terafîkê ya malwêran ku di roja 5/4/1994an de hat serê me û kebaniya min têde canê xwe ji dest da..  Dema ku em ji Şamê dizîvirîn mala xwe Qamişlo. Hingî, dostê min î hunermend (Adil Hiznî), Xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike, ew helbest kir stranek xweş, digel hin guhertinên bi destûra min.. Berî çend rojan, min li wê stranê guhdarî kir û bi min xweş hat ku deqa wê ya orjînal jî ji we re belav bikim:

Min nizanî jîn bi fene
Bi fena min dixapîne
Da milên min barê giran
Huş û sewdan dileqîne

Dizî ji min salên ciwan
Gula min diqurquçîne
Ew xwîna sor î dijenya
Êdî nema bi jenîne!

Çima qederê te wa kir,
Te ji min girt wilo kîne?
Gazinê min tev ji te ne
Dilê min bi xem û şîne

Ez mirov im, hez dikim jîn
Gul, giya bi min serîne
Dilovan im, bi wijdan im
Belê va dil bi birîne

Min nizanî jîn bi fene
Bi fena min dixapîne
kirme gêj wek mest û lala
Serî li min digerîne

Bayê felekê, va dij tê
Jiyana min d””””””””guherîne
Çep li rastê, rast li çepê
Bi qulpa dizîvirîne

Min nizanî jîn bi fene
Bi fena min dixapîne
Dara min şîn û ciwan bû
Va pelên wê d””””””””çilmişîne.

Qamişlo/15 Nîsana 1994

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….