Gotinek li Dor Peyva Kurdmanc, Nûh Pêxember û Çiyayê Cûdî

Konê Reş

Piştî tofana Nûh Pêxember, mirov li herêma Botan anko Mezra Botan; bajarê Şernex û Cizîra Mîr Şeref bi cih bûne. Di pişt re di cîhanê de belav bûne. Dibêjin dema keştiya Nûh pêxember ji Eynsifnê destpê kiriye û li ser çiyayê Cûdî sekiniye, nav li çiyayê Cûdî hatiye kirin û gotine (Cî dî), anko keştiya Nûh Pêxember cihek ji xwe re dît. Di Qurana pîroz de jî hatiye: (We estewet e`lell Cûdî), anko keştiya Nûh pêxember li ser çiyayê Cûdî sekinîye..Jixwe dibêjin ku peyva Mezopotamya ji heyamê Yûnan û Romanan de ji Mezra Botan hatiye girtin..!

Hem jî di nav Kurdan de belave û dibêjin; di heyamê tofanê de, dema keştiya Nûh di ser çiyayê Şingalê re derabs bûye, li çiyayê Şingalê ketiye û kunek têde hatiye vekirin. Marê Reş xwe kiriye gulofîtek û ew kun girtiye.. Û dibêjin ku kevokê bi nikilkê xwe, şaxek ji dara zeytûnan, wek mizgînî ku nêzîkî bejayê bûne, ji çiyayê Cûdî ji Nûh pêxember re biriye û ji wê hinge ve kevok û şaxikê zeytûnê bûne sembola aşîtiyê!.
Herwiha dibêjin ku navê Nûh pêxember ji gotina (Nû) a kurdî hatiye, bi wateye nûbûnê. Ji ber ku dinya di wê hingê de ji nû ve hatiye ava kirin.. Dema ku Nûh û her heştê hevalên xwe, li ser çiyayê Cûdî ji keştiya xwe daketine, ji xwe re di quntara çiyayê Cûdî de gundek bi navê Heştêyan ava kirine..
Ew gund ta roja îro jî di pala çiyayê Cûdî de ye. Xuyaye ku di pey gundê Heştêyan re, bajarê Şernexê hatiye avakirin û jêre gotine Şarê Nûh anko bajarê Nûh an şarê Nû. Bi dirêjiya demê û pirbûna mirovan re xelk ji herêma Botan derketine û li dinyayê belav bûne û weha kurdmanc li cihê xwe, herêma Botan mane û ji wan re hatiye gotin Kurdmanc, anko (Kurd Man li Cî). Di baweriya min de bajarê Cizîra Botan ji kurdan re mîna bajarê Mekke ye ji Ereban re. Zimanê wê jî ji kurdan re mîna zimanê Qureyşiyane ji ereban re.. Hûn çi dibêjin?!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…