Mamoste Mihemed Berzencî Nas Bikin!

 Konê ReşBi min xweş e ku ez Mihemed Berzencî welatparêz û evîndarê zimanê kurdî bibîr bînim û bi we bidim naskirin. Evê ku di rojên teng û dijwar de karîbû pirtûkekê bi navê (Fêrkirina Zimanê Kurdî bê Mamoste), ji me re berhev bike.. Erê wî! Ku ez û te wî bibîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne û bide naskirin.. Wek ku diyar e, ji ber sansora li ser henûna me kurdan û zimanê me hebû, gelek tiştên me, navdarên me û welatparêzên me di tariyê de mane..Pêwîste em li wan bigerin û mafê wan li wan vegerînin.. bi kêmayî wan bi welatiyên wan bidin naskirin.

Mihemed Berzencî jî yek ji wa ye; kurê Mela Sebriyê Berzencî ye, li Qamişlo çêbûye, ji ber gelek sideman mala xwe bariye Şamê û li wir, li ber destê Apo Osman Sebrî fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bûye.. Digel çend hevalên xwe; Cewad Mela, Newroz Alûsî, Zoro Metînî û Îbrahîm Zaza rojnameyekê bi navê (Hişyarî) weşandine, du-sê hejmar ji wê rojnameyê hatine çapkirin. Hezkirina wî ji zimanê kurdî re hişt ku pirtûkekê bi navê (Fêrkirina Zimanê Kurdî bê Mamoste) berhev bike. Ev pirtûka wî di nav kurdên Sûriyê de yekemîn pirtûka fêrkirina zimanê kurdiye bê mamoste ye.. Belê wek ku em tev zanin, gelek Alfabe ji zimanê kurdî re hatine weşandin, wek Alfabeya Mîr Celadet Bedirxan, Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, Osman Sebrî û di pey wan re jî gelek alfabe hatine weşandin.. Lê her eva rehmetî Mihemed Berzencî ji tevan cuda ye..
Wî, ev pirtûka xwe (Fêrkirina Zimanê Kurdî bê Mamoste), di bin çavnerîn û şêwirdariya Apo Osman Sebrî de berhev kiriye û di dawiya sala 1978an de, bi alîkariya mamostayê dilsoz Rebhan Remedan çûye Beyrûtê, da ku (Partiya Hevgirtina Gel) û serokiya mamoste Selah Bedredîn vê pirtûka wî di nav weşanên Kombena Kawa a Çanda Kurdî de çap bike.. Û wiha ev pirtûka wê hatiye çapkirin.. Di havîna 1980î de, dema ku hunermend Şivan Perwer hat Beyrûtê, ez û hunermendê rehmetî Seîd Yusiv li ser daxwaza Şivan Perwer, em ji Qamişlo çûn Beyrûtê.. Piştî ku me hev dît û me çend rojên xweş li Beyrûtê derbas kirin, em çûn serdana mamoste Salah Bedredîn û Mustafa cumaa.. Di wê serdanê de mamoste Selah çend pirtûkên ku Kombenda Kawa nû çapkirbûn diyarî min kirin, yek ji wan pirtûkan ev pirtûka ku Mihemed Berzencî ya bi navê (Fêrkirina Zimanê Kurdî bê Mamoste) hebû.
Dema ku Mihemed Berzencî di sala 1981ê li Şamê çû ber dilovaniya Xwedê, Apo Osman Sebrî ev gotin ji kêla ber serê wî nivîsand:
Ev xortê ciwan
Ji dil xwe diwestand ji bona ziman
Gelek xort jê nasîn; gelnasî çiye?
Ziman e, ziman e, bê wî gel niye..
Mixabin zûka çû, ji vê dinya han
Jê xweş bin, heval û hoir û Xwedan
Osman Sebrî 1981Qamişlo, 11/3/2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…