Xeyalên serjêkirî.

M. Emîn SadûnXeyal rê nadin hev û di ser hev de hildigurin. Yek rê nade ya dî, çep û rast dikevin, hin ji lez dihiltepilin û bi dev ve diçin erdê û nasekinin, û ji kaniya serî direvin û dûr dikevin, bi çargavî bazdidin, berê xwe didin rê û rêbaran nizanin wê bi kûdê ve herin.
Her yek berî ya dî xwe derdixe, baskên xwe lihev didin û bi lez difirin… havî dibin  û natebitin, bê hêvî dibin û li wardozan venagerin, yên vedgerin jî çeng şikestî û serî jêkirî di di nav xwînê de digevizin.

 

Xeyalên bizdînok di malzaroka tirsînok de razayîn divecniqin.
Xeyal ji serkaniyê derdibin û  dizin, û bi lez û bez dipekin û belav dibin…dikevin rêl û newalan, kes nizane bi kûdê ve diherikin. Tenê bi ref û keriyan derdikevin û diteriqin.
Xeyalên gêj û sersam wek kêzik û mûriyan di pesarên çiyayê xeman de hildiperikin.
Hin ji wan lalin û hin kerin û korin..sipîne, keskin û sor û zerin, xemilandî ne bi bisik, rû guroverin û  bejin bilindin û xweş esmerin…
Xiyalên şor, tirş û tûj berî tevan derdikevin û dixindirin û li peyî kerwên di nava zox û xusîtiyê de digevizin.
Xeyal pirin rê nadin hev û wek pelên daran diwerin…li ber bayê peyîzê dikevin û venagerin.
Xeyalên revya yî bi esmana dikevin û di nava stêrikan de dizivirin.
Xeyalên bargiran di deryayan de şil û pil dibin û diqufilin.
Xeyalek rê nade ya dî û her yek dixwaze ya pêşîn siwar be û ji warê xwe here, bikûve, ew bi xwe jî nizanin, lê cih li wan teng bûye û li devereke fereh û aram digerin.
Xiyalin bi tamin û bi bêhnin, lê nava wan kurmî, kawî û zerin…
Xeyalên per şikestî û hêvî qurmiçî di rê de difetisin û yên sax jî mayîn di nav lingan de diperçiqin.
Xeyalên avis û li ber zanê, hin bi rê de zan û hin dî di nava sernişîf û evrazan de beravêtî diketin.
Xeyalin wek perwane û pirpirîkan belav dibin û li çirayekî  digerin, li ber ronahiya wê dawet û dîlanan dikin ta dişewitin.
Xeyalin û xweş xeyalin, xeyalin xumalî ne û zehif ciwanin, lê ji ber hişke saliyê bê dost û hevalin.
Erê min xeyal di hiş û bîran de xwedî kirin û kedî kirin, mezin kirin û ketin ber firandinê, lê dema firîn û hêlîn cih hiştin bûne nêçîr ji nêçîrvanan re û di nav tepk û dafkên wan de çengokirî û serjêkirî diperpitin.
Xewnên salan û xeyalên nava malan li kolanên biyaniyê dideqisîlin û di bin barê giran de pişt şikestî dixewixin û di ser devê xwe de dikevin û dinixumin, û di bin barê xwe de dilikumin…
Ta vê kêkîkê kesî nezanî kî derê kewara xeyalan vikir û mebesta wî ji wê yekê çibû!!??…
kî vekir, bila vekir be, lê xwezî dîsa min bikariya xeyalên xwe bidim hev û wan li hev bihewînim, û li war û warkozên berê bizivirînim, Kulên xwe di nav wan de bikewînim, û êşên sala û birînên nêmgirtî bixwerînim. Vî temenê mayî bi keriyê xem û xeyalên xwe yên xweş û nexweş re biborînim û bînahiya çavan bi wan re biçirînim û perika guh li ber oxîn û nalîna wan  biqetînim.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ebdilmecît Şêxo

(1)

(Serbûyerek)

Pêşrewê şagirt di Havîneke germ de derewek pir mezin li diya xwe kir û gote wê:Dayê!Hevalekî min gelek giranbuha ji Kobaniyê nexwaş e,ez dixwazim seredana wî bikim,ezê derdora du heftan li nik wî bimînim,lê di rastiyê de;Pêşrew bi dizîyê xwedanên xwe û bi nehênî li…

Mahmod Oso

_Hey hey daya min, daya Kurd,
Hêza te ji çiyayan mezintir e,
Bi ked û evînê tu dinyayê didî rê,
Navê te di dilê me de zindî ye._

Berî rojê radibî, agir didî tandirê,
Nanê germ çêdikî, bêhna wê diçe gundê tev.
Destên te di erdê de, dilê te li ser zarokan,
Tu diçî bi mêrê xwe re, li ber germa…

Wergera bo erebî: Dr. Mihemed Ebdo Necarî

Wergera ji erebî bo kurdî: Fewaz Ebdê

Bi lêvegera Dr. Necarî

EZ JINEKE HINDÎ ME

Ez ew kes im ku rêzê li xwezayê digirim.

Ez ew kes im ku bi agir re direqisim.

Ez ew kes…

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…