(15) ê Gulanê Ala zimanê kurdî bilin bikin.

M. Emîn Sadûn.

Dema mirov bas û qala miletekî dike, berî her tiştî zimanê wî miletî tê beravê hizira mirovî; gelo…ew milet bi çi zimanî diaxive, tîpên ku ew ziman pê têne nivîsandin çawe ne? Jimara wan pîtan çendin û têrmên wan çilo ne…û gelek pirsên dî jî li ser zimanê wî miletî têne bîr û gumana mirovî û mirov jî di nava bexceyê wî de dikeve raman û pirsyaran. Ne tenê ev jî, lê nexşeya welatê wî gelî jî tête ber çavên mirovî; gelo…ew milet li kûderê dijî û erdenîgariya wî çawe ye? Gelo, çiya û deşt û newal û av û çem û kanî û derya û daristan li wî welatî hene?.  Û kî milet cîranên wî gelî ne?Belê ev pirs û gelek pirsên dî jî li cem mirovî peyda dibin û serê xwe di hişê mirovî de hildidin. Ji ber wê jî û ji ber giringiya zimên di jîn û jiyana gelan de, wek tê naskirin; ziman werîsê nependî ye yê ku, mirovî bi bawerî bi xak, çand, dîrok û şaristaniyê wî ve girê dide. Ev bi xwe ye dihêle ku,

 

dijmin û dagîrkerên welatan, dema xakekî dagîr dikin berî her tiştî berê xwe didin ku, zimanê wî gelê li ser wê xakê dijî tune bikin û bihêlin ku, ew gel zimanê xwe jibîr bike. Ji ber dema miletek zimanê xwe ji dest dide, hingî  ji ra û qurmên xwe ve tête birîn û qutkirin ku, ew bi xwe serkaniya bîrdanka çand, pêma, folkulor û dîroka wî ya resen û kevnar bi xwe ve girê dide û di vava hişemendiya xwe ya nehînîdî de vedişêre. Erê, dema miletek zimanê wî li cem wî nema giring û pêwîst bimîne. Hingî girêdana wî bi xak û çanda wî ve jî  lawaz dibe, û canê berevanî û xweragiriya di ber wê xakê de qelis dibe, û zû dişe û bi hêsanî wê xakê berde û bi cih bihêle û pişta xwe bidîyê de û bi rehetî jê dûr bikeve. Û herweha ziman berê nixurî ye yê ku, di hêlîna hevjîniyê de, di navbera mirov û siruştê de bergirt û çavê xwe li ser vê xakê vekirye. Hin nêrîn pêşbînî dikin ku, mirov di zikê dayîka xwe de deng û liva tevgera dayîka xwe dike û fêrî zimanê wê dibe. Ji ber wê jî dibêjin; zimanê zikmakî anku di zikê dayîka xwe de hînî wî zimanî bûye.
Jiyana mirovî ya destpêkê li ser rûyê xakê û hevrikiya wî bi surişta hovane re, rastî gelek astengî û zehmetiyan hat. Ji ber vê yekê jî tê gotin ku,  ziman şoreşa pêşîn e ku, çirûska wê di malzaroka kêferata mirovî ji bo hebûn û nebûnê jenîye û pêketiye, û bi vêketina wê çirûska roniyê re gelek pirsgirêk û aloziyên mirovî hatine destnîşankirin û çareserkirin.
Ziman rêşanîder e, ji  parastina çanda netew û gelan re û sebeta parastina hizir û bîr û ramana ye û dîsanê ew serpêhatî, şûn û şopa hiş û mejî li ser rûpelên dîrokê dixemlîne û diparêze.
Ziman zengilê meritsîyê, li ser kevana newala helandin û wendabûnê lêdide. Dema miletek xemwarî û guhdanê bi zimanê xwe neke, bê guman wê taybetmendiya xwe wek miletekî nêvnas wenda bike û her tiştê xwe yên cuda jî wê ji dest bide.
Gotin di vir de têrê nakin, û bilindkirina dirûşm û siloganan jî feyde nakin û zimanî ji wendabûn û tunebûnê qurtal nakin. Ew mirovê ku li zimanê xwe xwedî dernekeve; bila ti carî nebêje ez xemxwar û xizmetkarê doza gelê xwe me û yê ku bi zimanê kurdî nexwîne û nenivîsîne, bila nebêje ez hezkerê xaka kurdistanê me. Û yê ku piştgiriya hewldanên ferzkirin û xwecihkirina zimanê kurdî neke, bila nebêje ez parêzvanê mafê kurda me û evîndarê xaka welatê xwe me.
Dawiyê yê bergiriyê di ber zimanê kurdî neke, bila ji xwe bawer neke ku, ew kurdistaneke serbixwe û azad dixwaze û kurdistan di dilê wî de cihgirtiye û dijî.
Zimanê me nasnameya me ye, hebûn û ne bûna me ye.
Ziman xweş û şêrîn e.
Ziman hebûn û jîn e.
Ziman welat û zîn e.
(15) ê Gulanê roja wegirtina cil û bergên zimanê kurdî ye.
Agehdarî.

(15) ê Gulanê roja bilindkirina Ala zimanê kurdî ye.
Em di vê rojê de, roja zimanê kurdî , hêvîdar in ku, rûpelên dost û hevalan xwe bi xemil û xêla ciwaniya kirasê zimanê zikmakî bixemilînin û li zimanê xwe yê zengîn û dewlemend xwedî derkevin.
Di vê roja balkêş de, silav li giyanê xemxwar û evîndarê zimanê kurdî be, û silaveke taybet li giyanê Mîrê rêbaza zimanê kurdî, Mîr Celadet Bedirxan, û hogir û hevrêyên wî re, yên ku her tişt kirin ji bo ku ala zimanê kurdî di nava zimanê zindî de li cîhanê bilind kirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...