ENSTÎTUYA KURDÎ YA PARÎSÊ Û SPASNAMEYEK

Konê Reş

Di 18ê îlona 2021ê, di civîna konseya çandî û zanistî de li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, ez layîq hatim dîtin ku bibim endamê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê. Bi vê boneyê, di roja 21 Îlonê/ 2021ê de nameyeke agahdariyê ji min re şandin. Ev beşeke ji wê nameyê:
(Konê Reş, hevalê hêja û berkeftî! Em dixwazin te bi dilekî germ û serfiraz agadar bikin ku tu layîq hatîyî dîtin ku bibî endamê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê.. Te bi keda xwe ya pir giranbiha xizmetên mezin û berbiçav pêşkêşî zimanê kurdî kirine. Ji ber vê jî tu gelekî bi xêr bihêyî navmala Enstîtuyê…
Birayên te: Kendal Nezan û Reşo Zîlan).

 

  Ez jî, ji dil û can spasiya Dr. Kendal Nezan, mamoste Reşo Zîlan, Dr. Sêvê Îzolî dikim û soz didim ku, her ez ê li ser wê rêbaza ku ji 40 salî ve li ser dilivim, xizmeta zima, çand û rewşenbîriya gelê xwe bikim.. Ev rêbaza ku Enstîtuya Parîsê, ji bo wê endamtiya xwe daye min.. Careke din spasiya tevan dikim.
Enstîtuya Kurdî Ya Parîsê:
Enstîtuya Kurdî ya Parîsê di roka 24ê sibata 1983an de hatiye avakirin, saziyeke çandî ya serbixwe, ne polîtîk û laîk e, ku ronakbîr û hunermendên kurd ên xwedî bîrûbaweriyên cihê û pisporên rojavayî yên cîhana kurdî di bin banê xwe de kom dike.
Armanca wê hişyarkirina civata kurd e, da ku li ziman, dîrok û bermayê xwe yê çandî xwedî derkeve, alîkariya koçberên kurd ên li Ewropa di civata ku pêşwaziya wan dike de bike û Kurdan li gel ziman, çand, welat û rewşa wan a aktuel bi gellên biyanî bide naskirin.
Danerên Enstîtuyê entelektuel û hunermendên kurdî yên li Kurdistanê bi navûdeng in. Hin ji wan ev in: Yilmaz Güney, Cegerxwin, Hejar Mukryanî, Tawfiq Wahby, Prof. Qenatê Kurdo, Haciyê Cindî, Remzi Bucak, Dr. Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Ordîxanê Celîl, Dr. Kendal Nezan, Ismet Şerîf Wanlî..
Serokê wê Dr. Kendal Nezan e (Fransa); cîgirên serokê wê, profesorê Zanyariyên siyasî li Zanîngeha Swansea Dr. Abbas Valî (Brîtanya Mezin) û profesor li Zanîngeha Amsterdamê Dr. Fuad Hussein e (Holenda). Karê xeznedariyê ji aliyê professora ziman û şaristaniyeta kurdî li INALCO-yê Xanim Joyce Blau ve tê birêvebirin. Hiqûqnas Kamûran F. Çeçen jî weke sekreter kar dike. Desteya birêvebiriyê her wiha jî heft kesayetiyên din ên Kurd li Almanya, li Suedê, li Brîtanya Mezin û li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û di çarçoveyeke berfireh de pirrengiya dîaspora kurdî ya Rojava ku nêzîkî milyonek Kurd e, digre nav xwe.
Bi hesasiyeteke demokratîk, pluralist û beşdariyeke heta ku mimkun be berfireh a ronakbîr, nivîskar, lêkolîner û hunermendên dîaspora kurdî di çalakiyên xwe de, Enstîtuya kurdî ji xwe re Desteyeke Çandî û Zanyarî (DÇZ) daniye ku ew jî ji pênc beşan pêk tê: Zanyariyên mirovî, Ziman û wêje, Huner, Ragihandin û mafên mirovî û Jîndarkirina çandî-civatî.
Ev beş biwarên çalakiyên ku ji alî destûra Enstîtuyê ve hatine pêşbînîkirin digrin nav xwe. DÇZ jî organeke hilbijêr a Enstîtuyê ye. Endamên wê, her ji sê salan carekê bi awayekî sergirtî dengên xwe didin û endamên Desteya birêvebir a Enstîtuyê hildibijêrin.
Enstîtuya Kurdî bi piştgiriya çalak a gellek entelektuelên rojavayî ku destekê didin karê wê pirr kêfxweş e.
Bi saya kampanyayeke alîkariyê ya diravî li nav Kurdan û dostê kurdan, Enstîtuya kurdî, ji sala 1987-an û bi vir de, bû xwediya avayiya xwe.
Bi hesasiyeta ji bo serxwebûna xwe, Enstîtuya kurdî, hemî bexşên ku karibin tesîrê lê bikin red dike. Her wiha jî hemî alîkariyên diravî yên Dewletên ku gelê Kurd di bin zordestiya wan de ye û bi awayekî giştî jî alîkariya hemî dewletên ne demokratîk red dike.

Konê Reş/ Qamişlo 26/8/2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...