Bi helkeftina çilê helbestevanê hêja Hadî Behlewî

 

Boniye-Suad Cegerxwîn

Çil roj Li ser çûna te derbasbûn Kekê Hadî
Koçkirina te ji nav me,xemgîniyeke pir mezin ji me re çêkir, kul û êşên me tev nûkirin.
Bavê Nuhat
Bê guman nexweşiyê cihê xwe di canê te de baş girtibû,êş û azarî bibûn hevalên te yên sermedî
Bar li te giran kiribûn lê te xwe ji nexweşiyê re qet neçimand û di tariya jiyanê de te rê da hest û ramanên xwe ku di pirtûkan de cî bigrin ,îro wêjeya kurdî bi wan hatiye xemlandin.
Va dawiya êş û azariyên te hatin û tev rawestiyan lê mixabin te bi xwere razandin û te ji nav me revandin
Çil roj li ser koçkirina te derbasbûn

 

Bi rastî xemgîniyeke pir zor e lê mixabin em nikarin li ber mirinê dest hilînin!
Mirin pir tehl û dijware keko lê bê guman
diyardiyeke xwezayî û giştî ye, ra lê nabe.
em tev di vê rê de ne.
Kekê hêja
Min soz dabû ku ezê li ser naskirina me bi hevre rojekê binvîsim, berî ku tu ji nav me barbikî,
lê mixabin tu çû û te em tev xemgîn kirin.
Êdî ezê vegerim rojên kû derbasbûn
Ew demên ku tevî nexweşiyên xwe pir xweş û bi wat bûn.
Kekê hêja
Min ne îro te naskiriye
Ji zûve herdû  malbatên me pêwendî bihevre kirine
Dema rojên xweş gavaku malbatên me bi hevrebûn
Di yek rê debûn û bi yek armancî  xebata netewî dikirin.
Gava ku hersî mele Şêxmûsên rêzdar bihevre di rêxistinekê de  xebat dikirin
Hersî stêrkên ku di demên reş û dijwar de tekoşîn a xwe bi dil û can dikirin (Mele Şêxmûsê Qerqatî, Mele Şêxmûsê Şêxî û Mele Şêxmûsê Hesarî-Cegerxwîn)
Bê guman endamên malbatên me jî çavnerînê wê xebatê bûn û rêça jiyana xwe li gor prensîpên xebata wan  nîgar dikirin .
îro roj em tev encamên wê demê ne.
Mînak berbiçave
Ku te wek helbestevanekî kurd  Pênûsa xwe ji bo    wêjeya zimanê kurdî xweş bikar aniye û  te pirtûkxana kurdî bi berhemên xwe xemilandiye.
Hêja Bavê Nuhat !
Li mala me û li gundê Girzîn em gelek caran civiyan e , keniyane û beşdarî şahiyan bûne
Ew danûstandina zaroktiyê
Herdem jiyana mirovan divejîn e,geş û bi wat dike.
Bi rojan em li gundê Girzîn  diman û em tev wek malbatekê diliviyan
Gelek caran win dihatin Qamişlo , mala me
Dîsa bi pûte me bihevre li gengeşeyên mezinên xwe guhdar dikir.
Bi saya xebata  wê demê, me xwe avakir û me rêça jiyana xwe nîgar kir
Dilovaniya xwedê li wan teva be ku em di rêxistinekê de ( Benda Azadî) civandin û rêça me bi tekoşînê xemilandin.
Êdî bê tirs me kesayetiya xwe ava kir û li ser lingên xwe rawestiyan.
Bê guman kesên ku ji kaniya resenên xwe vexwaribin
wê di rêça wan de berdewam bikin û ji bo prênsîpên xwe serkeftiyên bê hempa bikin.
Êdî bi pûte me li dû wan de berdewam kir.
ev helbest û zanestiya te ya îro ,encamê wê demê ne hêja.
Axaftin geleke û bê dawî ye lê divê  bi dawî  bibe.
Kekê Hadî
Tê her bimînî  stêrkêk li asîmanê Kurdistanê  diçirise.
Nivîsên te wê her û her pirtûkxana kurdî bixemilînin
Bi asa û asûde razê Bavê Nuhat
Tê Herdem di bîr û xeyala me de bijî !

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…