Helbest u Vidyo

Qîrînên bêdengiyê


Ebdilmecît Şêxo

Qîrînên bêdengiyê min
Di dil de bilind dibin
Û  stêrkên bêdengiyê  jî
Di ezmana Nehlestanê de
                                   Hembêz dikin.

Ciwaniya  Hêvê
Li hember ciwaniya  sûruşta  bajar
Û Şahxatuna  min
Pir şerm  dike.
Hevdîtina pêşerojê
Li  ser agirê kizota evînê
Li bajarê  min
Li me pîroz be.
Lê tu were !
Serdilka min !
Pêlên derya evîna  bajarê  te
Sermest dibin.
Biyanistan nabe Efrînistan
Efrîn jî naxwze bibe biyanistan
Kevirên koşeyên xaniyên
Gundê te dilgeş dibin
Birînên darên zêtunê
Tenê bi destên te derman dibin
Lê tu tenê vegere Şahxatuna min.
Helebistan  jî nabe Efrînistan
Hîmên Çiyayê Lêlun, çema Efrînê
Û MEMÊ  te  
ji tîbûna dîtîna  te re
Dimiçe, dinale
Lê tu were!
Were ! Were!
   
28.08.2021

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…