KONFERANSA DIASPORA KONFERANSEK BIGOR DILSOZÊN REBAZA CENABÊ BAVÊ MEZIN NEBÛ

Kurdish Diaspora

Birêz xûşk û birahên Kurdîstanî, 4 roj berê di dîroka Kurdîstan de bin serokatî ya cenabê birêz serok Mesoud Berzanî de Konferansek pîroz li peytexta Kurdîstana Başur, Hewlêr cîh girt. Her wusa, ji Kurdîstana Sor, Avrupa, Rojava, Rojhelat, Bakur û her perçên Kurdîstanê 150 nûner beşdarê Konferansê bûn.
Tahir Hewramî ku serpereştiya dosyaya Kurdên diaspora li Ofîsa Serok Mesûd Barzanî dike, ragihand, bi xwe Baregeha cenabê Barzanî sponsoriya wê çalakiyê kir.
Serok Barzanî, Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî beşdarî konferansê bûn.

 

Bigor tê zanîn; berpirsyarê cenabê birêz Berzanî, Tahir Hawramî li Awropa du sal xebat kiriye û bigor xwe nûnera hilbijartiye. Gelo xebata çi bûye ku 2 sal berdewam kiriye? Û tevî netewa Kurd pê ne agahdare? Ev mafê Kurdên Diaspora, bitaybet Kurdên Awropa ye ku pê bizanibin kî ji bo wan çi dike:
– Gelo nûnerê wan kiye?
– Gelo nûnerên ku hatine hilbijartin bi gor çi hatine hilbijartin?
– Gelo kesên dilsoz û netewperwerin?
– Gelo tevgera xwe de heta niha ji bo netewa Kurd çi kirine?
– Gelo çi bawernama wan heye?
– Gelo nav civak û malbanta wan de ciyê wan ciye?
– Gelo li ser ked û navê bav û bapîrên xwe dijîn?
– Gelo bigor çanda Kurdî dijîn?
– Gelo li mala xwe bizimanê Kurdî diaxvin?
Mixabin, em dibînin ku, %70 nûner bigor van krîtera ninin!!!
Di çanda, Parlamentoya Brîtanya de du beş xanî hene wek: Mala Gel (ji nûnerên parlamentoyê cîh digrin) û Mala Lorda (ji asilzaden Îngilîz cîh digrin). Nûnerên Mala Lorda parlamenter ninin, bes ji bo maf û parastina Brîtanya, tê bawerkirin ku fikrên wan jî girînge bê hilgirtin. Ev jî bixwe di; yasa, aborî, pêwendiyên netewî û navnetewî de biryarên demokratîk û mafdar tîne holê.
Ka asilzadên netewa Kurd li ku ne?
Ka kedkar û dilsozên netewa Kurd li ku ne? Piranîya nûnerên me ne asilzade, ne kedkar û nejî dilsozin ku cenabê birêz Berzanî sponsoriya vê xebatê de gelek pere mesref kiriye!
Ez bawerim ku di sponsorîya ve karê Diaspora de cenabê birêz Serok Berzanî gelek pere mesref kiriye ku ew jî zêdetirîn mafê malbantên şehîd û pêşmergaye û şermezariye ku ji Diaspora xelk pereyê Kurdîstan bixwe. Eger nûner kesên dilsoz bin, bila mesrefa xwe bikin, ji malbanta cenabê Berzanî li ser navê Kurda pere hilnegrin. Ew dem emê bibînin ka çend kes diçe Kurdîstan ji bo vê xebatê?! Ez wan kesên ku li ser navê me Kurda heta niha pere hildigtine bi rexnên tuj şermezar dikim.
Ev xebat ji bo damezrandina lobîyek serbixwe ye. Lobî ji bo çiye? Ji bo dengê kesên nenas bidin nasîn, mafên wan biparêzin û derfetên serkeftinên netewî bînin holê. Ev ji bo mafên parastina netewa Kurde.
Girînge ku dîplomasîya Kurd xûrt bibe, bitaybet dostên Kurda li her welatî pirtir bibin ku em di salvegera 100 sala Lozan””””ê Tîrmeh 2023””””de bikar bin bandor bin, peyman û lîstokên dijmina bi yasayî reş bikin. Her wusa, bikarbin tev dewletîya Başur dest bikin, mafên Rojava û her perçen Kurdîstan bifermî biparêzin, binav û deng bandor bin.
Em ku niha bi îstatîstîkên fermî nebe jî texmîn dikin li dervahê Kurdîstan 4 milyon Kurdin. Ku ji bo mafê netewa me, ev lobî tê damezrandin ji kerema xwe bila nûnerên me kesen dilsoz neteweperwer bin û cenabê birêz serok Berzanî jî baş were agahdar kirin ku ev xebata 2 salî xebatek rastego û bigor Dilsozên Rêbaza bavê nemir, Mustafa Berzanî nine.

Kurdish Diaspora/ 8/12/2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...

Ezîz Xemcivîn

Ceng deriyekî vekirî ye,

hemû ba û bahozên wêranker
li ser pêyan radike,
gur dike,
talan dike,
diherifîne û dipekîne…
Ceng dêwekî mirovxwir e,
ceng kenkuj e,
batoza mirov e,
piçûk û mezinan diçine!
Dijmin dijmin e,
ceng jî dijmin e,
volkana cengê bitemire,
bila mirovînî neterpile!

03.03.2026
Ezîz Xemcivîn

Marîna Tsvêtayva
Werger ji Rûsî : Bessam Mer’ê

Ji her erdekî
Ji her asmanekî rabikêşim.
Çimkî lêristan dergûşa min e
Çimkî lêristan gorna min e.
Çunke li ser vê erdê,
Tenê li ser yek piyî radiwestim.
Û ezê ji te re goraniyan bibêjim
Her wekû kesî pêştir goranî ne gotibe!
Ezê te ji hemû deman
ji hemû şevan
ji alên zêrîn
Ji şimşîran birevînim.
Û…

Fewaz Ebdê

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê rokê bi dizî tîrêjên xwe davêtin navtarên Niqare, weke ku nedixwest wê şiyar bike û qerebalixa rojane nebihîze: banga keleşêr û qidqida mirîşkan, barrîna sewêl û borrîna çêlekan, û kûçikên ku di wan sikakên teng de pey pisîkan diketin….