Lawê min ez nabînim, lê tuyê bibînî

Ibrehîm Şitlo

Şeş Sedsal borîn, ku em bindestin.
Ji wê demê de, paşa, beg, Şêx û serek eşîran geh li vir, geh li wir serî li dijî Zordariya Kolîdar hildan, lê her şikestin û wêrankirin para Millet û Warê Kurdan bû.
Gelek Milletên din jî li Herêmê ketibûn bindestê Osamaniyan û Eceman. Piraniya wan kanîbûn wirde wirde xwe ji koletiyê rizgar kin.
Lê ji wan Milletan em tenê man bindest, Perçebûna welatê me bi derbasbûna 600 Sal bi vî awayî  ji dewletên Cihanê re bû rewşeke normal.

Ji gelek Hukûmetan re Serhildana me dibe karekî nehênî û em car din bi kuştin, hilweşandina Gund û Bajarên Kurdistanê sucdar têne nîşan kirin.

Berêz Engela Merkel li Almanya dibêje:
Azadiya Kurdistanê wê bibe sedema têkçûna Aşîtiyê li Herêmê.
Gelek Berpirsyarên Dewletên Cihanê jî gotina Berêz Merkel dubare dikin.
Gelo ka çi bi serê me hatiye ta ku qedera Milletê Kurd her bibe û bimîne Bindestî, Koletî û Malwêranî?
Bê Gûman Kolîdar zordare,Bercewendiyê Dewletên Ewrupa jî li gel wî kesî  ku xwe li meydanê cih bi cih kiriye û polîtîka Rojhilata navîn li gor sazê xwe digerîne.
Ma çi ji Ewrupa re an ji Rûsya û Amerîka re heye eger Kurd rizgar bin û Welatê wan azad be?
Em piştgêriyê bi navê qanûna Mafê Milletan ji wan dixwazin, lê gavê ew li xebata me mêze dikin, perçebûna me tê ber çavên wan, dijîtîya Êl, Eşîr, Paşa, Beg, Axa, Şêx û Partiyên Kurdan cur be cur li hemû Alî û perçên Kurdistanê dibînin.
Dibînin ku çiqas Milletê Kurd tê pelçiqandin û tê kuştin, lê ji ber sedema Birakujî,nerêziya û Ezeziya Rêberên me Bê hêvî dibin û pişta alîkariyê li  me al dikin.
Di demekî de, Libnan Swîsre ya rojhilata navîn bû û paytexta wê Bêrût jî parîs bû. Sentera Azadîxwaz û serbestiya polîtîvanan bû.
Me jî, Kurd berê xwe dida Bêrûtê, li wir bi serbestiyek mezin Derd û Armanca xwe li gel Polîtikvana,Rojnamevan û gelek Kesayetî yên berz digotin û belav dikirin.
Carekê, pênc Polîtikvanên Kurd ji her çar perçên Kurdistanê li Bêrûtê  rastî hevhatin û bi wê derfetê gelek li hev diciviyan û her yekî Bîr û baweriya xwe li ser xebata rizgarkirina welat bi dil û can ji hevalên civatê re digotin.
Li dawî, ramanê  û armanca wan jî weke hev bû.
Li ser wê yek Reman û yek Armanc biryar dan ku Eniya Xebata rizgarkirina her çar perçên Kurdistanê pêkbînin.
Lê ji bona serkeftin û xurt bûna Eniya rizgarkirina her çar Perçan, hinek merc û şert şîrove kirin. Yek ji wan Şertên bingehîn ku hemû giring dîtin jî ev bû:
Divabû ku hemî berî ku yek ji wan xebatek an gavek Stratîcî bike,  pêwîste ku bi hev re li ser rêk û pêka stratîcîk bi peyivin û hemû pê qayîl bin.
Çênabe ku yek an hinek ji wan bêyê hemû hevalan gaveka an karekî an xebatek stratîcîk li gel Berpirsyarên dewletên Dagirker bikar bîne.
Wilo jî hemiyan biryar dan ku Qedexeye  yek li gel Hukûmetên Kurdistan bindest kirine  pêwendiyek an peymanek Stratîcî bike.
Lê ji bona hinek bercwendiyên kurtdemî qayîlbûn ku car carna li gora pêwîstiya kurtdemî karê tektîkî li gel Hukûmetên Dagirker bi kar bînin, lê tucarî nabe ew Têkelîyê Tektikî bibe kar û peymanên stratîcîk.
Wilo jî hemû Beşdaran bi Biryara damezirandina Eniya Stratîcîk yê her çar perçan dilşad bûn, lê ji nişkeve, Hevalekî Amadevan ji Çiyayê Kurd – Rojava- got:
Gelî Hevalan, berî ku em Damezirandina Eniya Stratîcîk yê Kurdistanê li hev pîroz dikin, ez bi hêvîme hûn destûra min bidin ku ez pirsekê bikim.
Hemû Amadevan jê re erê kirin û gotin fermo:
Pirs:Berêz(K.B- Kurdistana Bakur) tu ji ku hatî Bêrûtê?
Bersiv: Ez ji Şamê hatim vir.
Pirs: Berêz(Dr.E.Q – Kurdistana Rojhilat) tu ji ku û çawa hatî Bêrûtê?
Bersiv: Ez bi Balafirê ji Bexda hatim Bêrûtê.
Pirs: Berêz(C.T- Kurdistana başûr) tu ji ku hatî Bêrûtê?
Bersiv: Ez bi Balafirê ji Tehranê hatim vir.
Xwedî yê Pirsan bi dawiya bersivan got:
Em,- tiliya xwe dirêjî Hevalê xwe kir û ser sîngê xwe jî û got:
Em tenê raste rast ji Mala xwe hatin bêrûtê.
Gelî Kurdan,
Dirêjayî ya deh Salan, Qehremanê Têkoşer Dr. Nurî Dêrsimî car carna min dixwest ku ez dilê wî xweş kim û min jê re digot:
Apo, emê Kurdistana Azad bi hev re pîrozkin.

Lê Apê Bîrwer, bi rûkî geş û dengekî Zelal ber kenî dibû bersiva min dida û digot:

Lawê min ez nabînim, lê tê bibînî!.
Piştî çel û heyşt salan ez Îro ji xwe dipirsim:
gelo, ezê îro çi Bersivê ji Nevîyê xwe re bêjim?
Lawê min, ez nabînim, lê tê bibînî!?
24 November 2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…