Nezanî

 

Ezîz Xemcivîn

Ji bo wan nezanên hêvî dikin ko (Helbestvanên Kurd yên ko bi kurdî dinivîsînin bigehên asta helbestvanên Kurd yên ko bi erebî, tirkî û farisî dinivîsînin!
Çend gotinan bi kurtî ji bo we dibêjim: Helbestvanên Kurd yên ko bi kurdî dinivîsînin di nav deryaya zimanê dayik de melevaniya jiyan û hebûn û zindîmana miletê xwe dikin..
Bi kurdî xewn û hest û nazdariyên evîna welat û miletê xwe pêşdîtin û rave dikin..

 

Kurdîhez in, tiliyên peyvên xwe di çavên nehez û dijminan de diçikînin..
Kurdîhez in, hevokên helbestî bi xemleke kurdî yî nûjen bi bazin, gerdenî, guhar û bi lewendî dikin..
Kurdîhez in, ji evîndara xwe re çar maçan diyarî dikin û dibêjin: Ez ji te hez dikim..
Kurdîhez in, tenteneyên evîn û azadiya welatekî dirêsin..
Kurdîhez in, lêvên buharê bi tîpên xwe diramûsin..
Kurdîhez in, di axa wêjeya xwe de riwekên Kurdperweriyê diçînin..
Kurdîhez in heta bi gewrî û gerdena henaseyên Kurdistaneke serbixwe û azad dixebitin..
Kurdîhez in, bi derziyê bîra bîrweriyê dikolin, tako ava jîndariya zimên ji tariyê rizgar bikin..
Kurdîhez in, dikarin hevokan di şûşeyên şahî û keseran de bihûnin..
Ast ew e, tu bi zimanê xwe zumînê bi çandê bixînî..
Ast ew e, tu êşa xwe bi kurdiya dilîn şirove bikî..
Ast ew e, tu peyên bêliv û bêdeng bi cil û bergên kurdî bixemilînî..
Ast ew e, tu xaniyê xwe di xaka xwe de ava bikî..
Ast ew e, ko miletê te li herçar parçeyên welêt ji te bigehê..
Ciwaniya hevoka helbestî muzîka dilê helbestvan e, eger bi kurdî hizir dike, li asmanê canan dibe stêr, heyv û hetav..
Rabûna min kurdî ye, danişta min kurdî ye, mirina min bi kurdî ye, belê zanibin em ê di hizira miletê xwe de herdem zindî bimînin û dê li ser lêv û zimanê zarokên Kurdan bi hezarên salan mîna binefş, sosin û şîlanan bêtin vejîn..
………………………………………………………………………………………………………………………..
Têbînî: Ez jî, hêvî dikim ko helbestvanên Kurd (rêza min herkesî re) yên ko bi erebî, tirkî û farisî dinivîsînin karibin mîna van hestan bi zimanê dayik bibilînin!

Efrînê Evînê …

31.10.2021
Ezîz Xemcivîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Franz Kafka û Jin

Franz Kafka (1883–1924), yek ji nivîskarên wêjeyî yên herî karîger ê sedsala 20an, di warê têkiliyên xwe yên bi jinan re de gelek nakokî didît. Ev hevsengiya wî hem di jiyana wî ya şexsî de û hem jî di xebatên wî yên edebî de bandorê…

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…