HEVÎR


Zagros Osman 
heman Nanpijên Dest nepak
Ji nu ve bi Xwîna Te
Hevîr distrên
wê dîsa Nan bipijin
dilê Te xweş dikin ku Te ji Nanê Te bêpar nakin   
Kawiko pelu ne be
eger parîk Nan dan Destê Zaroka Te
ev ne qencî ye
Arvan ji Hesteyên Te ye
Xwê ji birîna Te ye
Tenur ji Axa Te ye
Ardu ji Gewdên Keç û Lawên Te ye
pelu ne be
xwe erzan nede destên Kiştibançiyan
ji mêj de wan Tenur dadan  
Ardu ne ji kîsê wan ne
Hevîrtirşê wan sexte ye
Hevîr pê tirş na be
haj ji xwe hebe
berya ku Nan derke ve
ewên bi Xwîna Te
Niçîrê bikin
pirs Tilyên xweyî tal
di Çavên xewnek şêrîn de radike
di bin Çandirek ku Ba ew zîvarzîvarî kirî ye Mendalek diazire
Jinbiyek Sêwiyan xwedî dike
Nan bidest nake ve
nifiran li Te dike
digrî Asîman guhnadê
Şekir nabarîne jibo Zarokekî haş bike
bêhişo Stêr ji derdê Te
matmayî Çiruskên xwe dikuje
dixwaze ku Mejiyê Te yê sert hênik bike
lê Têlbendên kînek kwîr rênadinê
Sêla Sedsalan disincire
Ji nu ve wê Welatan bipijînin
Milet dikelin
Netewên qerase wê ji nu ve
pişta Mirovahî bişkînin
ti Deng bi ser Dengê qirkirinê nakeve
Kawikno lihev vegerin
Jibo Nanê we ne şewite

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...