Bêgoman kêm yan zêde, gelê Kurd dîroka damezrandina „Komra Kurdistan“ li Mahabad ê (22.01.1946 – 16.12.1946) û armancên wê yên serekî dizanin, lê tevî wê jî ez wek e kurdekî, ku hertim bi awat û hêvyên serxwebûna Kurdistanê ye; bi pêwist dizanim, heger bi kurtî be jî, çend bûyer û destkeftan ji vê dîroka zêrîn a Kurdayetî yê, bi bîr bênim:
Gereke gotina Pêșewa Qazî Mihemed, damezirvan û serokê Komarê herdem li bîra me bê, dema li meydana çwar-çira bi dengekî dilêr û ji dil gotibû: «ئەمن بە خودا، بە کەلامی عەزیمی خودا، بە نیشتمان، بە شەرافەتی میللیی کورد، بە ئاڵای موقەدەسی کوردستان سوێند دەخۆم کە تا ئاخرین هەناسەی ژیانم و ڕژانی دوایین تنۆکی خوێنم بە گیان و ماڵ لە ڕێی ڕاگرتنی سەربەخۆیی و بەرز کردنەوەی ئاڵای کوردستاندا تێبکۆشم…»؛
Bi dîtina min dema xwendin û guhgirtin li van gotinan, rastiyek eșkere dibe û derdikeve meydanê; ewjî serbixweyî Kurdistane, rastgoyî û dilsoziya wî Mêrxasî bû, daku wê armanca herî serke û pîroz li ba kurdan, di dil û wijdanê nifșên pêșerojê de biçênê!
Tevî ku temenê Komarê zor kêm bû jî, lê pirsyar ewe: gelo çima ta vê rojê jî û li hemû parçeyên Kurdistanê, ew bû ye simbola têkoșanê, serbilindî û hêviya pêșerojê? û jiber çî ta vêgavê Komar bû ye stêrka herî geșe di esmanê xewnên kurdan de?
Bê goman, li gorî belgenameyên li ber destan, ez dikarin bêtirs bersiva wan pirsiyaran bidim û bêjim: jiber ku Komar ê armanc û xewnên rewa (heq) yên gelê kurd bi cih anîn û tekez kir, ku ev gel (milet) dikarê serbest û serbixwe welatê xwe bi rêve bibê, bi șêweyî șaristanî ber bi pêșve herê û jibo miletên dewir û pișt (cinar), bibe nemûne! Her ji roja yekeme ve: Mirovhezî û parastina mafên wan, dadpreweriya komelayetî (civakî), ruhê tebayî û dest di nav dest de, rêzgirtin li deng û raya xelkê, bayexdan (giringîdan) bi berjewendiyên neteweyî yên sereke bû bûne xeyset û simayên bi rêvebirên Komar ê. Ji ber wê û her ji destpêkê de, Komar bû bû dirik (sitrî) di nav çavên dujminan de.
Loma pêwiste, proseya damezirandin û ruxandina wê komarê a yekem di dîroka me de, û ezmuna wê ji me kurdan re her zindî bimênê, da ku em û nifșên dahatu sûd ji çend serpêhatî û dersên, ku ji bo me bi cî hiștiye, bigrin:
1 Kurdistan yek parçe ye û gelê kurd yek gele; jiber her ji yekem roj de, nunerên hemû beșên welatê meyî parçekirî li Mahabada Paytext, li gel Rojhelatiyan șahiya serxwebûnê, pîroz kirin û amadebûna xwe jibo parastina wê nîșan dan (nemûna herî baș di vê derheqê de, Xebata Mela Mistefayê Barzanî û hevalên wî bû).
2 Bawerî bi Serxwebûna Kurdistan ê û rizgarkirina gelê kurd ji bindestiyê.
3 Tenê bawerî be hêza netewyî û hevgirtina navxweyî dibê garantî û misogerkirina serkeftin ê; neku palpștî bi hêzên dereke (biyanî) û bawer bi gotin û sozên dujminan.
4 Helgirtina berjewendiyên neteweyî û têkoșan jibo cîbicî kirina wan, di ser berjewendiyên Hizbî, malbatî û kesayetî re.
5 Parastin û bi hêzkirina yektîtiya neteweyî, rêzgirtin li bîr û raya xelkên xwe, gringîdan bi pileya zanebû û șarezayî miletê xwe.
6 Rêzgirtin li azadiya bîr û bawerên siyasî û olî, dêmokrasî û parastina mafên rewa yên miletên ku di nav kurdan de dijîn.
7 Çandina kultura hezkirin, rêzgirtin, parastin û bilindkirina sîmbolên netewyî di nav gelê me de; wek Ala rengîn û siruda „Ay Reqîb“!
75 sal derbas bûn e, lê ezmûn û dersên „Komara Kurdistan“ li Mahabad ê jibo rizgariya netewyî hîn jî bi sûdin, lewra baștrîn wefadarî bo ruh û yadgarî Qazî û hevalên wî, ewe ku em armancên têkoșana wan bi cih bênin!!
Bêgoman eșkere ye, ku di vê serdema nû de, rewș û çarenûsa gelê me çetin û aloze; zor dîwar û berbest yên navxwe û derve li ser rêya bi cîanîna armancên Komarê hene; lê tevî wê jî, weku kurdekî hêvî û daxwaza min ewe, ku rojek berî rojekê, li hevhatin û hevgirtina hêz û rêkxistinên netewa me li hemû parçeyan bi cih bibin, û bi taybet le Rojhelata Kurdistan ê! çima Rojhelat?
Jiber: ji aliyekî ve, ew motik û dayika yekemîn Komara gelê me bû û ji aliyê din ve jî, bi dîtina min, rêjîmên Iranê xeraptirîn û dijuartirîn dujmnên Kurd û kurdistanin; ew bi zanebûn, pîlan û tanî radeyekî bi bêdengî, dîwaran li ser rêya serxwebûna gelê kurd li her cihê ku lê dijîn, ava dikin!
Hezar Silav li ruhê Qazî Mihemed û hemî șehîdên Komarê û rêya azadî û serbixweyî Kurdistan!
Mahabad, meydana çar-çira, 22.01.1946