M.Emîn Sadûn
Weke tê zanîn, ku her tişt di şihîn û qapana hevkêşa siyasetê de bi encaman tê kêşan û nerxandin. Ji ber ew rê û rêkarên rêxistina siyasî di pêvajoya xebata xwe de dişopîne, çi be jî, ne ev e mijar û merema me û ew nakeve dan û standinê, û eger hat jî û li vê yekê hat vegerandin, wê tenê ji bo serastkirin û gera li peyî şaşî û kêmasiyan be. Lê tişta girîng ew e, ka şop û şûnmayên wê rêxistinê li ser rûyê erdê çi ne û çi di têvajoya karê xwe de li şûn xwe ve hiştiye û çi destkeftiyên berçav û guncaw bi destve anîye…
nebûna pirojeyên sergihayî û nivîsandî ji piraniya rêxistinên me yên siyasî re ta vê demê, ne tenê cihê daxê ye, lê belê cihê pirsê ye jî??!! tenê bi gotinên devikî, pesnê dîroka xebata xwe û xwe binavkirina navên mezin û xwediyê pirojeyên giran û xwedî derketin li rêbazên pîroz, tev ji rêxistinê re nabin hêz û xurtbûn û li ser rûyê erdê cih nagirin û hêzê jî nadin karê partiyê, û nexasim, dema ked û karekê durist, bizanebûn û bê rawestan li peyî wan têgeh û zarwazan nebe.
Divê em baş têbigihin, ku dema xwedîkirina Milet li ser hêviyên kawî û siloganên bawî derbas bûye û serdema semaya li ber dengê aşê omîdan û hêrana arvanê gotin û têgehan nemaTêrên arî dadigirin , û firoştin û kirîna peyîv û gotinên bê bingeh ji heval, hezker, piştevan û alîgirên xwe re berhem nayîne. Rexne û rexnegiritn pirosêseke ji bo nûjenkirin û vejandinê ye. Ka partî û rêxistinên me, ti carî li xebata xwe ya borî vegerane û ezmûna karê xwe rexne nekirine û li ser kêmasî û şaşiyan rawestane, vajî wê yekê her wextî sedemên têkçûn û şikestinên xwe avêtine sitûyê aliyê rikeberên xwe ve. Weke carê rêjîma Ba`as, tevaya ne serketin û paşdemayîna xwe dikir di sitûyê Israîl û Impiryalîzmê de û ew ê bi xwe têkiliyên nehênî bi wan aliyan re ava dikirin û bê wan gavek jî nediavêt. Ev yeke tev piştî bûyerên Sûriyê ji her kesî re hatin zelalkirin.
Bi kurtî nebûna pirojeyê sergihayî yê rêxistina siyasî, di hemû waran de, warê siyasî, bazirganî, çandî, civakî,ramyarî,rêxistinî, leşkerî, zanistî, rêbazên xwendinê, abûrî û ragihandinê, mirov nikare bêje ew partiyeke siyasî ye û wê hêvî jî li ser werin avakirin û girêdan. Hingî nabe rêxistina siyasî, lê dibe xesandina hiş û mejî.