Terorkirina Mûsa Babaxanî tawanek siyasî ye

 

Duh li Hewlêrê, kuştina şehîd Mûsa Babaxanî, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Îranê hate ragihandin, ku li roja pêncşemê 05.08.2021 hatibû revandin û di bi eşkencê de jiyana xwe jidest da, termê li hotêlekî li Hewlerê li roja şemê 07.08.2021 hate dîtin.

Di daxuyaniya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê de, destê reşê terorîzma Komara Îslamiya Îranê bi tawana terorkirina wî gunehbar kir, ku destê vê rêjîmê heye di kuştina gelek rêber û siyasetmedarên kurd de, û kuştina wî tawanek siyasî ya hovane û mehkûm e, û aloziya siyasî li Kurdistana Îranê zêde dike.

Em sersaxiyê ji serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê ya bira, malbata wî û gelê Kurd re dixwazin.
Nivîsîngeha Têkiliyên Giştî ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya.
08.08.2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…