Erdal Kaya: Me ji bo zimanê kurdî li ser dikê şano dikir

Mahir Hesen

Şano yek ji şaxên huner an lîstikvaniyê ye ku çîrok, nivîsên wêjayî li pêşberî temaşevanan werdigerîne û xwedan taybetmendiyên di sêwirandinê de ye. Hemwateya peyva şanoyê bi hunera resen tête bi karanîn, ji ber Lîstik çîrok e, û şano cîh e ku ev çîrok pir bi hêsanî tê lîstin.
Lîstikvanên kurd bûne padîşahê karê şanoyê û bûne amûrek ku nivîsa wêjayî ya ku ji wan re hatî pêşkêşkirin didin nasîn bi rihê kurdayetî, ya ku ew (lîstikvan) piştî hebûna gelek astengkirin û kêmbûna derfetan (bi sedemên siyasî) ji bo wî li ser şanoyê lê dîsa xwe tekez kiriye.

Di nav sedemên girîng de ku kesek bi şêweya lîstikvanek ji me re
tîne, gelek sedem hene,û bi jêhatîbûna lîstikvaniyê, jêhatiyek
xwezayî, û xwemalî. Lewma balkişandinê yek ji hêmanên aktorek e,
û li vir bi me re balê dikişîne ser karakterê ku ew bi veqetîna ji
navbera cîhan û kesayeta mirov dilîze û karakterê sereke ji
lîstikvaniyê dûrî ji rastiyê nabe. karaktera rastîn a jiyanê bi
demkî, pêdivî ye ku lîstikvan fêr bibe ka meriv çawa rola xwe
biqedîne çawa ji vejînbûnê vediqete.
Di hevpeyvînê de em bi
lîstikvanekî ku bi hestên xwe kariye xweşiyê belav bike û
nêzîkatiyek performansê digire û rol bi awayê hestên hundirîn
tîne li ser şanoyê re dikin, ew jî birêz Erdal Kaya ye.

Tu dikarî xwe ji nêzîk ve bi me bidî nasîn?

Ez Erdal Kaya, sala 1987 an li Batmanê li gundê Keverzo ji dayîk bûm.
Min
li Batmanê bi amatorî dest bi şanoyê kir. Mezûnê Ziman û Wêjeya
Tirkî me. Di 2007-an de, ez beşdarî Şanoya Bajêr a Şaradarîya
Afyonkarahisar bûm û heya 2012-an di heman şanoyê de min dest bi
lîstikvaniya profesyonel kir. Paşê, min li Şanoya Bajêr a
Şaredarîya Batmanê lîstikvaniya xwe berdewam kir. Ez naha li
Batmanê di koma şanoyê ya “yenisahne” de wekî lîstikvan û
derhêner karê xwe didomînim.
Lîstikên ku ez lîstim û min derhêneriya wan kirine;
Koca Dağlar Ağası (Turgut Özakman)
Ah şu Gençler (Turgut Özakman)
Salak Oğlum (Müjdat Gezen)
Memurin Faslı (Coşkun Irmak)
Karmakarışık(Ray Cooney)
Haydi Karına Koş (Ray Cooney)
Boyacı (Tuncer Cücenoğlu)
Canlı Maymun Lokantası (Güngör Dilmen)
Öteki (Lîstika Atolyeyê)
Cimri (Moliere)
Albay Kuş / Serbaz (Hristo Boytchev)
Projeyên sînemayê yên ku ez beşdar bûme;
A.R.O.G. (Jakuzi) (Figürasyon)
Bir Magandanın Son Üç Dakikası (kurtefîlm)
İletişim Karmaşası (kurtefîlm)
Z.A.R. (kurtefîlm)
Beyaz Geceler (kurtefîlm)
Haziriyek Bo Derengmayînê (Alîkarê Senaryoyê)
Şildim Bildim (Bername)
İşev (Rêze) (Baqî)

Ji me re birêz Erdal hinekî li ser Şano biaxive. Şano ji bo te tê çi wateyê?

Di
jiyana min de her dem şano hebû. Ez 13 salî bûm min şano naskir û
ji hingî ve ez şanoyê dikim û li ser dikê me. Berê derfet kêm
bûn ez nikarîbûm şanoyê bi zimanê xwe bikim lê vêga ez şanoya
xwe bi zimanê dayîka xwe dikim.

Ji bilî karê şanoyê, Erdal xwe di çi warê din de jî zîrek (jêhatî) dibîne?

Ji
xeynî şanoyê mamostetîyê jî dikim lê ez dixwazim tênê karê
şanoyê bikim. Mesela jêhatîbûne, ez dibêjim bila temaşevanên me
biryara wê bidin dê ka ez jêhatî me an na.

Dema ku te ev serkeftin bi dest ve anîn, tu dikarî wî hestê ku li ba te hatî peydakirin, bi rave bikî?

ez
jî bîst salî bêtir vî karî dikim. yên ku min li ser dikê
temaşe kirine bi rastî jî dibêjin tu serkeftîyî lê dîsa jî ez
xwe her dem kêm dibînim û ez dixwazim her dem li ser zêdê bikim.
Paşî ev karê me yî rêzefîlmê çêbû û ez bêtir hatim naskirin
ev tiştê kî xweş e lê ez hê jî hinnebûme ku ev qas gelême min
nasdîkî û eleqayeke mezin nîşan didin. Ez matmaî dimênim lê ya
bi rastî kêfa min jî tê.

Di dema dawî de herî zêde rexne li te tên girtin?

Na,
zêde rexne nayîn kirin lê tenê li ser sahneyeke rêzefîlma îşev
hat kirin. Lê ew jî ji rexnê pêştir dijun heqeret û tehdît bûn.
Em guh nadin dijuna û heqereta. Lê carna rexneyên gelek xweş tên ji
me re. Ev jî tiştekî gelek baş e. Rexne ji bo karê ku em dikin
giring e û mirov bi saya van rexneyan kêmasîyên xwe dibîne û bi
pêş ve diçe.

Em vegerin li ser gurpa we, ev kî ne û çawa biryara vê rêzefîlmê da?

Em
şanoger in û di ekîbê cuda de lîstîkvan in. Piştî vê
nexweşîya coronayê dike me hatin girtin. Ji ber ku em vala nemînin
û lîstîkvanîya xwe bikin me biryara vê rêzefîlmê da.

Zehmetiyên herî balkêş û pirsgirêk ji we re derxistin çi bûn?

Me
her tişt bi derfetê xwe dikirin ji ber ku derfetê me yî aborî
gelek kêm bûn. Wekî din ekîba me gelek zehmet kişand lê her kes
çi ji destê wan hat kirin û me bi kêf xweşî ev rezêfîlm çekir.
Hûn
wek yek Gurp xwe dibînin ku we di dema niha de kêm an zêde, Şanoya
kurdî pêşve biriye ?! nemaze ji ber ku rêzefîlma “Îşev” bi
serkeft.
Ya bi rastî me ji bo zimanê kurdî li ser dikê şano
dikir. An niha ji bo şanoyê derfet tinin em li ser medyaya civakî
karê xwe dikin. Sibe disiba ew jî ji destên me here emê li kolanan
karê xwe bikin lê dîsa bi zimanê dayîkan xwe. Ji bo zimanê kurdî
bi pêş ve here çi ji me were em dixwazin bikin.

Karê we dê
tenê di Kurdistana Tirkiyê de be, yan pêşerojê de hûnê têkiliyan
bi şanogerên parçeyên din yên Kurdistanê re bikin?

Berî
vê nexweşîyê têkîlîya me bi şano û şanogerê her parçê
kurdîstanê re hebû û me çend komê şanoyê ê kurdîstana başûr
li ser dîka xwe xiste mêvan. Di pêşerojê de ku dikê me dîsa
vebûn em dixwazin wan şanoya li ser dikê xwe dîsa bikin mêvan û em
jî wekî turneyê herin bibin mêvanê wan.

Hûn di plansaziya xweya bê de lîstikên nû pêşkêş bikin an jî hûn ê bi pêşandana Rêzefilmê îşev bidomînin ?

Aniha
lîstîkeme yî amede heye, bi navê serbaz. Di pêşerojede emê wê
bileyizin. Di hişe me de lîstîkeke dario fo û william shakespeare
heye. Ji xeynî van lîstîka rêzefîlmeke weke sitcom jî emê
çêbikin. Piştî vê sîtcomê em dixwazin berdewamî rêzefîlma
“îşev” bikin.

Heger derfet bo Erdal di warên din de, wekî pêşkêşkirina bernameyan bê, yê wisa bi ser bikeve wek şanoyê?

Ya
bi rastî ez pêşkêşkavîyê jî dikim. Em bernameyekê çedikin bi
navê “şildim bildim” me 22 beş kişandin û parvekir. Ez çiqas bi
serve ketim nizanim, biryara wê temaşavan didin lê bi min tiştek
weke şanoyê nabe û cihe şanoyê nagire. Cihe ku ez xwe lê rihet his
dikim şano ye.

Gotina dawî ji bo xweştivî û hezkerên te

Bila
ji bo ziman bijîn, çiqas ji destê wan were, bila kurdî biaxivin, bi
kurdî binivsînin û bi kurdî bixwenin. Silav û rêz ji her kesî
re.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…