Koça Seydayê Keleş

  Mihemedê Seyid Husên

Ger ku carekê ji min bi pirsin… çima te hez ji helbestvanê hêja, tekoşyarê çalak nemir seyda Keleş dikir.
Yekser min dê bigota ew li gora yasa gerdûnî giyanê pak perwayî xwedê kir, giha mehderî û mehrevaniya xwe û dîdevaniya gelê kurd , nemaze ku di rêveçûna mergê wî yê rewanpak de jêre xweş bînerî û çavkanî gewde dikir
paşê min dê bigota hez ji 8 pirtûkan û hemî destnivîsên ku jê mane dikim, biser ve jî min dê weke ravegêr bersiveke wategiran û mafseza wilo bida.
Min hez jê dikir… ji ber ku: nemir erk û egersezayên serdemê weke keys û derfet destnîşan dikirin, û weku pêdivî pê hebû rêdemî lawên qûnqxa xwe dibû, bi lezbîrî û di pêşgavên temenê ciwan de têgihişt û haydarî kêşeya gelê xwe bû, xemxur, berketiyê rencekêşana gêl û kewdaniya civaka paşverû bû, kul û derdên giran ji destê perçebûnê û etlesa veçirrî ya çar pîne li ser rûberê dîrokeke dirêj herkêm 80 salî di nava xwe de gencîne kiribûn, her wiha xewna gewre û evra ji bo wî ewbû ku tevgera kurdî di sûriyê de, gelê kurdistanî bi giştî di peymaneke hevgitî û rêkeftî de, di jiyaneke aza, aştiyane û serbixwe de berya mirinekê bi pelîne.
Min hez jê dikir… ji ber ku: ne mîna gelekan li dûv sawêrên zir û derewîn, pesin, çepik navdariya xwe û paşkokên hoza xwe di beziya, hîç weke rewşenbîrekî kurd ne lagirê çanda koletiyê, ne derûnlawaz û peyrewî, ne dîkê şer û tenha helbestvanê helkeftê bû, an jî lebok û qurreyê zêdekar û niwînerê bêkêr bû, ango çepla û tundrewî, bê encam û çare qet ne diramiya, dexsokî, çavnebarî û dilreşî ji ferhenga wî jimêj de barkiribûn, lêbelê xwedî helwesteke bîrkêş, aram, hişmende, yekrû û newenewe bû, şasiwarê hevoka çêjdar û ronakbîriya ser binaxeke zanistî û şaredarî, dadiya civakî û wekhevî, zimanekî rewanbêje û fermî di kurdistaneke azad, dîmuqrat û yekgirtî de destegul mebest û armanca wî bû.
Min hez jê dikir… ji ber ku: Têgeha yekbûnê li bal wî ji serî de çand û ziman mîna alavên tundhêz û coşdar, nemaze ku giyanê xweragirî, kar xebateke bê vewestan di seqake têr kelem û stirîdirk de, di mercên têr aloz, arîşe, qedexe û çewsenkarî de, civakeke tar û mar, tevgereke jihev pijilî partiyên wê bi jimara êlan bin, mixabin heyîn û netewnameya xwe di nêv derbendên çarenûsên mûrangirtî de kefteleft dikirin, her wekî dîmen û henas bê reng û deng di bendemanê de tavilîman û sed bazî di nava wî de li xwe dixistin, li radeyekê hinga û tanî nuha jî mirovê kurd bê sûc dibe tewanbarê gunehê ku bi yek carî nekiri ye.
Min hez jê dikir… ji ber ku : mirovekî çakbîn bû û şabextî di nêv civaka kurdî de mîna xelateke giranbuha û payebilind ji gelê xwe wergirti bû, henasên dêman û gernejîna geşbîn, pêşbîniyên pêşerojê çakbext û sûdwer pêre eşkere dihatin xwendin, demdar di hêmeniyeke hûr û kûr de mîna milîtanekî nependî ji dil û can  stûbariya xwe di bijart û tevlî berxwedan û raperîna gelê xwe bê derengî û bê birrîn dibû, zor û sitemî, newekhevî û qilixadrî ji bo hemî çîn, tîre û hûrgelên bindest û gişê hevgarên mirovaniyê di civaka navnetewî de dupat û şermezar dikirin,  û bi dilbarî pênûsa xwe tu carî nedikire kalan û xîmav jî di diwêtê de dîl ne dihişt, bi halana sirûdê, bi derbirîna helbestê, bi kêra tekoşîna namedar weke cengewarekî xamesoz û nemekdar ji heman bêdengiyê di guhê cîhanê de qîr didan.
Min hez jê dikir… ji ber ku: nemir tu gilî û gazind ji êşa canê xwe penceşêra xopan nedikir, û bi ser de jî şopgerînê peyva resen bû, dengvedana han û halana helbestê bû, di hemî mercan de û ji bo hemî hêlekarên jiyanê, ji bo hemnîjadên xwe hergav bervedêr û kargoriyê bergeya tekoşînê bû, tenha dagîrkerên sixtekar ji pênûsa kesên weke wî saw digirtin, loma lebatkarê nemir navendeke pesende û pêşiwar, rêzgirtî û payeberz weke rêzanekî ji xwebawer di dilê tevgera siyasî de, di navkutka civaka kurdî de digirt, bi heman pênûsa çalak çiya, çem û derya, deşt, gelî û daristan, xwerista gulîzarên hemereng yên kurdistana dîlber bê birrîn jêre daçek û êmîşên ku pê hêmanên helbesta xwe dihûnand, û ji baxê ferhenga peyva kurdî paşaxa hevoka kêşesaz û pexşaneyê dikir, bi pariyekî nan ji zeviyên Bizgûrê û berriya Mêrdînê, qurtek av ji kaniyên zêmdar yên qûntara çiyayên Araratê, geliyên zozanê Hindirînê û çirra janê ji Mehabadê, bi misteke ax ji pînakî pîroz ji goristana Qidûrbeg li Qamişloka leheng qayil bû, her wiha wê jî bi dilovanî argûşkên xwe lê dane hev û di ahenga xatirxweztinê de navê Keleş li ser lêvên wê bûn. Belê min hez jê dikir… ji ber ku: lawê nîjadê min bû, hevkar û yekparê armanca kurdewariyê bû.

Zindarî bo helbestvanê hêja nemir seyda yê Keleş.
Sersaxî bo malbat, xizm, heval û hogirên wî di p.d.k ya pêşverû de û gelê kurdistanî bi giştî…zor sipas.

        Mihemedê Seyid Husên…Qamişlo—18- 6 -2007
        gorican@hotmail.cim   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….

Hozanê Girkundê

Ya ku bi hûçikên dilê min girt û derbasî
Hicreya hestên xwe kir tu bû
Ya ku min fêrî noşandina meyê kir
Li sikakên serxweşyê
Giyan ji sînga min revand dîsa tu bû
Ya ku min li bin barana
Bendemamê dihişt û kincên
Xeyala te li xwe dikir erê tu bû
Ya ku girî di çavên min de
Gêj dikir
Û mîna balindekî basik…

Rebhan Remadan

“Kurdistan di navbera Serxwebûn û Dagirkeriyê de”.. Pirtûkeke dîrokî û rexneyî ye ji bo nivîskar û têkoşerê kurd ê rehmetî Mihemed Mela Ehmed. Diyariyeke ecêb û tijî sembolîzm ku bîst sal beriya koça xwe ya dawî, bi taybetî di 14ê Tebaxa 2005an de dyarî min kiribû. Eve salvegera diyarikirina vê…