Beşê Kurdî ji Girûpê Girkê-legê yê rewşenbîrî, nivîskar M.Emîn mihvandarîkir


Li roja înê rêkeftî 23/6/2007 û bi amadebûna kesayetên rewşenbîrî û siyasî her wiha nûner û rêveberên komelên çandî ,nivîskar û rojnemevanê kurd mamosta M.Emîn li beşê kurdî ji girûpê girkê-legê yê  rewşenbîrî bû mêhvan,û mijara xwe ya di bin navnîşana (geryaneke xweş di nava baxê mamosta deham ebdulfettah de) xwend û li ser hat gengeşekirin
mamosta M.Emîn di pêşgotina mijarê de pirsgirêka têkildariyê di navbera afranderê kurd û gelê kurd li rojavayê kurdistanê da xuyakirin ,û an ziman : bi rastî nizanim bi çi navbikim ,rewşt û tîtal yan rêz û rawaz yan jî xaleke nêvnas ….wek mirov tê di gihê û di bînê ku yek ji xalên nêvnas yên gelê kurd li rojavayê kurdistanê ewe ,ku ev gel qedir û qîmet cih û rola mirovên xwe yên afrender
,ronakbîr û pispor heya ku ew zendî û jîndarbin nagirê û nasnakê …..gelo ma kî alî di vê derbarê de sûncdar û gunehkare …? Afrander yan jî milet…?! Paşê mamosta m.emîn li ser jînegerya mamostayê hêja deham ebdulfttah axivî û anî ziman ku mamosta deham di sala 1942 ê de li gundê billê ser bi bajarê amûdê ve li rojavayê kurdistanê çavên xwe vekir ye , û xwendina xwe ya seretayî , nawendî , û amadeyî li dibistan  û xwendegihên bajarê amûd û hisiça bi rê ve biriye , derçûyê zanîngiha helebê , beşê ziman û wêjeya erebiye ,mamostayê zimanê erebî bû li dibistanên bajarê amûdê li berahiyê helbest û gotarên xwe bi zimanê erebî di rojname û govarên erebî de belav dikirin ,lê di sala 1978 ê de û di naverasta serhatiyeke derûnî de ket ta û kumanan …..û ev pirs ji xwe kir:(kesê ku tovê xwe di zeviyê xelkê de bi çînê , ji bilî poşmaniyê ,gelo wê çi bi çinê ?!
….û ji wê rojê ta îro mamosta Deham berdewame di pêkol û têgerê de ji bo destnîşankirina dermanî , xwe bi xwendin ,danehev û hevberkirina ziman , rêziman û rênivîsa zimanê kurdî de westand û berhemin çak û ciwan di vî warî de nivîsandin û got :((nivîsandin bi zimanê kurdî du armancan bi hev re pêk tînin ,ya yekê ramana naverokê li xwendevanan diyar û pêşkêş di kê û ya di duwan alîkarî û xizmeta zimên bi xwe tê kirin û bi teybetî dema ku ew naverok bi zimên ve girêdayîbê û her du cok jî di herikin ber bi kaniya têrkirin û zengînkirina zimanê kurdî ve ))
paşê mamosta M.Emîn bi gelemperî li ser berhemên deham ebdulfettah yên çapkirî axivî , û diyarkir ku berhemên deham yên çapkirî ta vê demê evin:
1-axaftinek bi kurdekî re. Helbest bi erebî .wergerandi-şam1989 z
2-li ber dergehên laleş-helbest-şam 1990 z
3-nêrîneke rexneyî li helbestên kurdî.Lêkolîn 1992z
4-hindek aloziyên zimanê kurdî . lêkolîn 1995z
5-di mûzîka helbestên kurdî de . têbînî û bersivdan bi erebî-şam1995 z
6-zimanê kurdî rênivîs . lêkolîn 1998 z
7-destana gilgamêş – wergerandin amadekirin – çapa yekemîn sala 2005 ê duhok- dezgiha sipîrêz. Çapa duwemîn sala 2006 ê sitembol- enstîtiya kurdî ya amedê
8-nav di zimanê kurdî de –lêkolîn –çapa yekemîn 2006 ê –duhok-dezgiha sipîrêz . çapa duwemîn 2006 ê –sitembol-enstîtiya kurdî ya amedê
9-cînav di zimanê kurdî de – lêkolîn –çapa yekemîn 2006 ê –duhok – dezgiha sipîrêz . çapa duwmîn 2006 ê- sitembol –enstîtiya kurdî ya amedê
   û li dawî girûpê girkê-legê tevî mêhvanan sipsiya mamosta M.Emîn û deham ebdulfettah kirin û  xebata wan ji bo ziman û çanda kurdî .
berhevkirin û amadekirin
beşê kurdî
ji girûpê girkê-legê yê rewşenbîrî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Piştî ku kurê wê diranên xwe şoştin û çû ser cihê xwe, wê dengê hûrehûra kûçikekî li ber derî bihîst; hûrehûreke ku jê re ne xerîb bû… Wê bi lez derî vekir da ku kûçika xwe bibîne, ya ku berî çend mehan bi kûçikê cîranan ê hov re reviyabû.. Wê…

Hişmend Şêxo

“Şêst û Neh sal xebat li dijî zordariyê”

Di dawiya sala (1956)an de Sê niştiman perwerên kurd (Osman Sebrî , Ebdilhemîd Derwîş û Hemzê Niwêran) yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê (Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî) damezrandin û hêjayî gotinê ye ku rêznama wê ya bingehî bi Zimanê Kurdî bû , û…

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…