partiyên kurdî û kurdistanî berdewamiya pêkanîna pirojeya (zinara erebî) ya rûreş , pirotistodikin

Di encama biryara desthilata sûrî bi anîna 150 malên ereb ji deverên (Şedadê , ciyayê Ebdulezîz) ku dikevin başûrê bajarê Hesekê , bo devera kurdî (dêrik) , ji bo ku zeviyên çandiniyê ku berê ji cotkarên kurd sitandibû li wan belavbike , di vê derbarê de Partiyên Kurdî û Kurdistanî yên li herêma Kurdistanê , ev Daxwiyanî li dijî vê biriyara şofînî belavkirin :
DAXWIYANÎ
– ji bo raya giştî ya navdewletî
– ji bo komîta miletên yekgirtî
– ji bo rêxistinên mafên mirovan
– ji bo hezkirên Azadê û Dîmoqrtiyê li herderî
Di dema ku miletê sûrî bi hemî netewên xwe ve çavnêre ku desthilata Sûrî bi guhertinên Dîmoqratî rabe ku xelkê sûrî ji zûve li bendêmane , da ku pirojeyên nejadperest û yasayên awarte bêne rakirin , ev pirojeyên ku têne meşandin ji alê rêjîmê ve ji sala 1962 ve , û berdana girtiyên siyasî ji bo xwirtkirina Eniya hundurê welêt , dive demê bi xwe de rêjîma (BE’IS) ya şofînî , gavek xerab avêt ji bo xelkê sûrî bi nakokiyên navxweyî mijûl bike , ku zererê bigihîne berjewendiyên welat , û li şûna ku pirojeya zinara erebî ya rûreş û encamên wê ji kok ve hatiba rakirin ji ser miletê kurd li sûriya , li şûn vê yekê rêjîm hewl dide 150 malên ereb bîne ji deverên (Şedadê û Çiyayê Ebdulezîz) ji başûrê bajarê Hesekê , Û bi biryara wezareta çandiniyê (kişt û kal ), hejmar : 12/16 /MZ , roja : 3/4/2007 , ji bo bi cîkirina wan malan li devera kurdî (Dêrik) , û ji bo ew zevî li wan malan bête belavkirin , ew zeviyên ku hatibû sitandin ji xwediyên wan yên kurd ku ji bav û kalan ve bi xwîn û xwêdana xwe cotkirine , û rêjîm bi vê gava kirêt dide nîşandan ku dixwaze siyasetên xwe yên şofînî berdewambike da ku dîmogirafiya wan deverên kurdî bi de guhertin , ew siyasetên ku efserê Be’isî (Mihemed Teleb Hilal) dixwest cî bi cî bike , ku  di bin nave lêkolînek (Siyasî , Aborî , Civakî )de li ser parêzgeha Hesekê nivîsî bû di 1961 de , ew lêkolîna ku ev gotin bi xwe tê de hatiye : (pêwiste kurdên sûriya ji birayên xwe kurdên îraqê û tirkiyê werne cudakirin bi valakirina zinara li ber sînor ji kurdan , û bi cî û war kirina ereban li şûna wan).
Em nûnerên Partiyên Kurdî û Kurdistanî li herêma Kurdistan , vê gava şofînî ku xerabiyê digihîne yekîtiya niştimanî û beşekî serekî ji gelê sûrî ji mafên jiyanê dûrdixe , em pirotisto û gunehbardikin , û wilo jî em bangewaziya miletên yekgirtî û yekîtiya ewrûpa , û rêxistinên mafên mirovan yên navdewletî , dikin ku li pêşiya rêjîma sûrî rawestin û zorê lê bikin ku ji vê biryara kirêt vegere û nehêlin biçe serî , û lê daxwaz bikin vê piroja rûreş ji kok rake , û Erebên ku nûhatî vegerînin ciyê wan yên berê , û vegerandina wan zeviyan bo xwediyên wan yên dîrokî yên kurd re .
Partiyên ku li ser vê daxwiyaniyê imzekirine evin :
– Partiya Dîmoqratî kurdistanî îran.
– Partiya sosiyalista kurdistan li turkiye  .
 – Partiya Dîmoqratî Pêşverû kurdî li sûriye .
– Sazûmanî xebatî kurdistanî îran .
–  Partiya Dîmoqratî kurdî li sûriye/ el-partî .
– Partiya Dîmoqratî kurdistanî -bakur .
– Partiya Azadî Kurdistan îran .
– Partiya Azadî Kurdî li sûriye .
– Partiya yekîtiya Dîmoqrata  kurdî li sûriye( yekîtî ) .
– Partiya yekîtî kurdî li sûriye .
– Partiya welatparêzên Dîmoqratî Kurdistan turkiye .
– Rêkeftina Dîmoqrata kurdî sûrî .
Herêma Kurdistan :  3/7/2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…