BEHÎNAME

Izedîn Şêxo Hesen (Bavê Ahmed) Xatirê dawîn ji gel û hevalên xwe xwest

     Roja Înê, 27/07/2007, dilê heval Izedîn Şêxo rawestiya. Ev nûçeya xemgîn û dilêş, di nav xelkên Tirbespiyê û Devera Aliyan de zû belav bû, bi beşdariya cemawerekî mezin, digel dost, heval û hogirên wî, digel Koma Tirbespiyê ya folklorê kurdî, termê wî di gorstana gundê Girdêmê Helîmê de hate veşartin.
   Hevalê Izedîn, sala 1946 an, li gundê Girdêmê Helîmê ji dayik bûye û di sala 1965 an de, tevlî rêzên tevgera kurdî bûye, ji dil û can, xebateke bê rawestan di ber doza gelê xwe ya dadmend de kiriye. Ji ber xebat û dilsoziya wî, ta roja dawîn ji temenê xwe, rûmeta endametiya Komîta Hermê di Partiya xwe de, partiya yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê –YEKÎTÎ-wergirtibû.
   Bi navê rêxistina Tirbespiyê ya partiya me, partiya yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê-Yekîtî-, em serxweşiya xwe, gelê xwe, malbat, dost, heval û hogirên wî dikin, tika dikin ku xwedê rewanê wî yê pîroz bi buhuşta xwe ya rengîn şa bike, aramiyê bide malbat û mirovên wî.

Rêxistina Tirbespiyî ya
Pariya Yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê-Yekîtî-

28/07/2007

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…