BEHÎNAME

Sitranên şera şevekê di koçika qamişlo de

Êvara 6/7/  ê de û di civateke fereh de ku têde gurûpek keç û xort û kale mêr jî têde amade bubûn û hin nûnerên komên foliklorî û gurûpên çandê li bajarê qamişlo koçika qamişlo ya çandeyî şeveke taybet ji bo sitrana kilasîk / kevnar / sax kir  bi mihvandariya mamê hêja bavê fayiq ku kalemêrekê merd û bi kêr hatiye di temenê xwede 67 saliye û ji pisporê ezberkirina sitranên kevne mina (şera +serpêhatiyên sitranî + çîrok + sitranên dîlan û bêlûte û palahiyê û hûrizê )
Bavê fayiq got : ev kevnetor Entîkene kêmin li ser hebûnê xwedê nekê ku her kalekî me serê xwe deynê xezîna xwe bi xwere dibe bê ku bispêrê kesekî , divê em hajê hebin ji windabûnê , û kar û barek ji qurtal kirina wêre divê
Şevê dest pê kir bixêr hatina mihvanan û mam bavê fayiq û dipeyre mam jî kişande sitraneke çîrokî binavê Elo û Emo û Hewrê , ûcardî şerek binavê gula hesen beg û Ehmed axa û çend mewalê heyranok jî ji wan Têlî +Keçka koçer +Konê mala şiblî …
Û xeynî wanjî ji sitranên bêlûtê û palahiyê û hûrizê .. .. ..
Dinavre ji her ku sitran dihate gotin bi dengê bavê fayiq guft û go lidorê dihate kirin ji alî amade bûyan ve û bihtirî têkilî û têbîn li dor van babetan bûn:
   1=Gelo ev renge sitran deng vedana wê di roja îro de ta bi çi radeyê tê?
   2 =ma karîna hunermendên nû heye ku vî cûrê hunerê sax bnikin  ?
   3 = çima ta niha di koma de beşê taybet ne hatiye terxan kirin ji vî erkîre  ?
   4 = bi çi rengî emê karibin vê hunerê qurtal bikin ji windabûnê ?
 li dawiyê dengdanek hate kirin ser nûjen kirina sitrana kevnetor  û mixabin erênî di radeyeke nizim de bû  3 % hat
û şev bidawî hat di pey tewereke vekirî û ber fereh lidr wan xalan 

  KOÇIKA QAMIŞLO YA ÇANDEYÎ

    6/7/ 2007

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…