ÇAVÊN GANDÊRE

  XEMGÎN Ê REMO

Ezê çi bikim
Ji van dilînîyan
Ku tim kiştî ya hezê min
Ber bi kişwera evîna te ve
Dajon ..?
Û rêça hevdîtinê
Alîk ave yek agire …
Piştî gelek çîya yên xwê û
Xwêdanê ber digire …
Ku simê hespê min

Hezar carî dilikume …
Tim siwarim di şevê de
Rêwî me di her rê de
Û badlîzokên vîna min
Ji hawîr de
Te dorpêç dikin
Gava çavên te yên gandêre
Dibin du gelawêj
Û gelî yê sînga te
Tenik ba yên şeva dixwaze
Hingê dilê min
Kozîyekî agire …

Şeva bûrî ne xewin bû
Lêvên min
Hevendekî birçî
Li buhara te diçêrîya
Û nema zanim
Ku xwêdana gerdena te
Şorav bû yan tîzav bû
Hinavê min diperitî …

Dojehek mêyane
Li kevî yê jînê min disoje
Û ez ar-perestim
Arê te çendî gûr be
Wê dilê min di nav destên te de
Xweş tembûr be …
De hinermendî ya xwe
Bo min pêşkêşke
Û awaza te jenî
Bila nerm û kûr be …

  Qamişlo / 19/6/2007/

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…