Beryara regezperist Ji perlemanê komara tirkê regezperist

Selah Beyro

Dest pêkê û berî em werin rû pelên roznama kiryarn tirkê dirinde vejînin pê divîye ku em hêêê dîka di guhê nevîyê ataturik de bakin û em bêjin çerxê îro em têde dijîn çerxê /21/ye ,ev jiyan ya bû ye cîhana diyalok  û dan û sitandina dîmokrasî ,nemaye beryara perlemanekî dibin bendora komendosê xwinrêj de .
 pêdivîye ku hevpeyvîn û dan û sitandin sînora bi birin ji bo çareserkirina pirsgirêk û girêbendên siyasî,û pejrandina gelê kurd weke gelekî resen  li ser xaka bav û kalan ji ezelve,û parçê mezin ji kurdistana hatî dagirkirin,  dest werdana ertêşa tirka bo herêma kurdistana azad ne seyraneke ,ez bawerim ku  hîn xwîn atatirk di damarê endamê perleman de tê ajotin,û  ev ertêş wê tûşî pir astengî ya bibe û xewin û sawîrên wan wê ber û ba herin ,û xwestekên wa nayêne bi cî anîn.
 
Mendehoş nabim bi axiftinên perlemanekî wiha bi boçûnên conta hatî firşik kirin ,û li ser kînê hatî avakirin.
Bê goman berpirsên rijêma tirkîya  zanin ku ev bû /28/sal ji berxwedana partîya kar kerê kurdistan,evê rijmê nikarîbû çareserîkê jêre bi bînê, ne   girtina  serokê p.k.k.û ne kujtaran ti encam nedan ,berî ruxandina rijêma diktator sedam peywendî di nêv bera herdû rijêmên nav hatî de hebûn bi derbas bûna komendos nav xaka kurdistana îraqê ji bo nehêlan milîtanê p.k.k.hemî nemûnê li cîhanê pesendikin ku bi çekdarî pirsgirêkên netewî nayêne çare ser kirin û pitir dibine êzingê şer û cenga bê mefa .
guhastinan şer li nav xaka herêma rizgar kirî ne ji bo hebûna p.k.k.ye bi
qasî ku ew ji bo têk birina nemûna fidralî ye, û ji bo balgê /140/l.ya girêdayî bi rewşa kerkûk û mûsilê ve , ma gelo kî heye nizanê ku armanca rijêma tirkîyê û bas  çiye li her çar parçê kurdistanê,ev derfeteke ji bo gelê kurd li hemî deverên lê bi cî dibin  vê beryara çewt pirotesto û şerme zar bikin,bi pêşindan dijî/ 70,000/ leşker û komendos yê amade ye bi teng û top li ser sînorê herêma kurdistanê ji bo bi kar anîna kiryarên dirinde û çewt dijî gelê herêmê, nemaze /partî dîmuqratî kurdistanî/ û serokê herêmê yê têkûşer rêzdar mesûd berzanî.
ya herî balkêş ew ku rijêma îranê ya ol perst  çek dar û milîtanên partiya /pijak/li çiya û gundê herêma azad top baran dikê,tê zanîn ku rijêma ol perist ev partîya/pijak/damezrand ji bo hevrikiyê bi kurdistana rizgarkirîre bil ji wê jî rijêmên p.k.k.damezrandin û bi hezaran xort û geçê kurdan bê ser û şo kirin îro bûne heval bendê rijêma tirkî û dijî p.k.k.derketine holê  û p.k.k, weke rêxistineke tirorîst  li herçar parçê kurdistanê di pejirênin.
Tê gotin  ku di siyasetê de ne dost û ne pirojên her dem hene ,pêdivîye netewa kurdî xwe rizgarkin ji berjewendiyên siyasî yên  xil û xav û ber teng di van helû mercan de,û ji erkê her kurdekî welat parêze ku herêma kurdistanê ya bi xwîna şehîdan hatî avdan û rizgarkirin bi parêzê ji dagirkeran kurdistanê.

Li dawiyê banga min ji gel û netewa kurde re ku gavên hevbş bavêjin û dengê xwe bi gihînine –UN – nato- hêzên hevpeyman ji bo şermezar  kirina peryara rijêma tirk û perlemanê wê yê regez perist.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…