“Parastina ezmûna Herêma Kurdistanê û pirsa asayişa neteweyî” û roja sêyem

Hewlêr–Kurdistana Îraqê

Di çarçoveya sêyemîn roja  heleqeya “Parastina ezmûna Herêma Kurdistanê û pirsa asayişa neteweyî ku Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî li Hewlêra paytext saz dike, her sê birêzan Mihemmed Mela Qadir û Zîrek Kemal û Karwan Akreyî sêmînerên xwe pêşkêşî amadebûyan kirin.
Birêz Mihemmed Mela Qadir endamê polîtbîroya PDK-ê kurtiyek mêjûyî derbarê dîroka Kurdistanê û neteweya Kurd de, nemaze ji dema hatina Îslamê ve û heta dema niha pêşkêş kir. Her weha wî ronî xiste ser rewşa siyasî li her çar parçeyên Kurdistanê û banga bicîanîna van xalan kir:
-Avakirina kongirekî niştimanî û bihêzkirina peymana stratejîk di navbera PDK û YNK ê de di warê pratîkê de.
-Ji holê rakirina gendeliyê di herêma Kurdistanê de.
-Bihêzkirina proseya pêşveçûn û bizava avakirinê nemaze çareserkirina pirsgirêkên elkterîk û av û pêwîstiyên dîtir.
-Guhdana bi pirsgirêkên neteweyên Kurdistanê.
-Divê hemû alî û hêz û rêxistinên Kurdî beşdariyê di parastina ezmûna Herêma Kurdistanê de bikin.
-Fire olî û rêzgirtina hemû ol û mezheban.
-Ragihandin divê di bin xizmeta berjewendiya giştî de be.
 
Di derbarê pêdiviyên parastina ezmûna Herêma Kurdistanê, Mihemmed Mela Qadir ev xalane tekez kirin:
-Bihêzkirina leşkerên Herêmê.
-Bihzêkirina damûdezgehên ewlekariyê.
-Bihzêkirina peywendiyan bi cînaran re.
-Destnîşankirina dijmin û dostan, û bihêzkirina têkîliyan bi dostan re.
-Bihêzkirina peywendiyan bi şîî û sunniyên Îraqê re.
-Bihzêkirina peywendiyan bi hikûmeta navendî a Îraqê re.

Birêz Zîrek Kemal di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka reş a navçeya rojhilata nêvê û pirsgirêkên gelên wê tiştê ku hevjiyanê di navbera wan de dijwar dike ta ku pirs bi giştî çareser nebin. Di warê parastina ezmûna Herêm de, got ku divê partiyên siyasî şêwaza karê xwe biguherin. Wî da xuyakirin ku dema niha dema kar û xebata siyasî ye. Di berdewamiya axaftina xwe de, Kemal bang li hêz û partiyên siyasî yên parçên dinê Kurdistanê kir û ji wan xwest ku rewş û şert û mercên Herêma Kurdistanê li ber çav bigirin û ezmûna wê bi çi şêweyê be biparêzin. Di dawiyê de, wî got divê çaksazî bikeve nav gelê Kurd û ezmûna Herêma Kurdistanê were parastin.

Ji aliyê xwe de, birêz Karwan Akreyî tekez kir ku pirsgirêka PKKê ji mêjve heye û armanca Tirkiyê ji van êrîşên dawî ne PKKê ya lê binxistina ezmûna Herêma Kurdistana Îraqê a federe ye. Armanca rûxandina ezmûna Kurdistanê ye. Her weha, wî got ku PKKê venasînê bi sînorên di navbera parçeyên Kurdistanê de nade û wan bi rastî jî gelek qurbanî dane û cemawerên wê li seranserê Kurdistanê hene. Lê ji ber ku rewşa niha pêwîst dike ku her parçeyekî Kurdistanê taybetmendiya xwe ya siyasî heye. Ji ber vê çendê wî bêtir peyiva Kurdistana Îraqê bikar anî nek Başûrê Kurdistanê ji ber ku peyiva pêşîn naskiriye li ser asta yasayî û navneteweyî. Ji ber vê çendê divê hemû alî vê rastiyê liber çav bigirin nemaze PKKê û hertişî bixin bin xizmeta parastina Herêma Kurdistana Îraqê de, û eva erkê her kurdekî ye.
 
Pişt re, guftûgo di navbera amadebûyan û axaftivanan de çêbû.
Bernameyê roja dawî: çarşemb31/10/2007
-Tehsîn Qadir
-Xisro Caf
-Dîlman Amêdî

  Komîteya Ragihadninê

Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî

   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….

Hozanê Girkundê

Ya ku bi hûçikên dilê min girt û derbasî
Hicreya hestên xwe kir tu bû
Ya ku min fêrî noşandina meyê kir
Li sikakên serxweşyê
Giyan ji sînga min revand dîsa tu bû
Ya ku min li bin barana
Bendemamê dihişt û kincên
Xeyala te li xwe dikir erê tu bû
Ya ku girî di çavên min de
Gêj dikir
Û mîna balindekî basik…