Bangewazî PAK bo narezayetîy debirrîn le biryarî parlimanî tirkya

 hawnîştimananî têkoşer!
 Parit û rêkxirawe kurdistanîyekan!
Parlimanî tirkya le hengawêkî naberpirsaney allozikerda birryarî leşkirkêşî bo başurî kurdistan pesnd kirduwe. Em birryarey parlimanî tirkya be pêçewaney rohhî serdem û dij be rêsa û yasakanî mirovayetî serdem û binemakanî dirawsêtî baş û îradey azadî xellkî başurî kurdistane. Byanûy hhkumet û parliman û erteşî tirkya bo leşkirkêşî bo ser başurî kurdistan, çalakîyekanî PKK û bûnî binke û baregakanî ew hîzbe le başurî kurdistane.
Bellam le rastîda, ewe tenya pasawêke bo debirrînî nyazxirapîy tirkya û amance şarewakanî û kêşey esllî tirkya, legell maf û azadîyekanî netewey kurd û bûnî kyanî syasîye. Nawende birryarbedestekanî tirkya, pêyanwaye, ewan wek serdemî împiratorî hellweşawî usmanî debê çarenûsî gelanî netrik û lewan netewey kurdyan bedest bê û kurd boy nebê le hêç kwê be azadîy bijî. Ewendey bo pirsî kurd degerêtewe, em pirse le naw xoy tirkya da buwete qeyranêkî qûll beserdestî karbedestan û nawende syasîyekanî ew willatewe û PKK ş akamî ew pirse û bestirawey çareser bûn û nebûnî ew kêşeyeye. Komîtey rêkxistinî urupay partî azadîy kurdistan, wêray mehhkûmkirdinî birryarî parlimanî tirkya, dengî xoy dexate tenîştserokayetî û parlimanî kurdistan û hemû ew dewllet û rêkxiraw û hêzaney le astî cîhanî û herêmîda le dijî ew birryare dengyan hellbirrîwe. Komîtey urupay PAK leser ew bawerreye ke bo mehhkûmkirdinî ew birryare, pêwîste kurdistanîyekan be tak û be hhîzib û rêkxirawe syasîy û komellayetî û ferhengîyekanewe dengî xoyan be werêxistinî kempeyn û xopişandan hellbirrn. Her lew kateşda be erkî xomanî dezanîn ke lekatî her hêrşêkî dagîrkeraney tirkya yan her dewlletêkî dîkeda, wêray rollekanî başûrî kurdistan, le berperçidanewey hêrşikeraneda amadebîn. azadîy kurdistan

Bijî kurd bijî kurdistan

partî azadîy kurdistan
komîtey Europa
27/ rezberî/2707
2007-10-19

Europe Committee
Kurdistan Freedom Party
Tel: 0031-263252693
Fax: 0031-263252157
Mobil: 0031-641693364
info.pak_europa@betuwe.net
info.pak_europa@yahoo.com
pak.hewal@gmail.com
www.pazadik.org
www.pazadik.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Di dȋrokȇ de hatiye zanȋn ku rȇjȋmȇn totalȋter gotara kȋnȇ li dijȋ rikberȇ xwe weke alav jibo reșkirina navȗdengȇ wan bikar tȋnin bi mebesta kontirolkirina wan yan rewakirina tepeserkirina wan, ȗ gotara kȋnê bi awayekî berçav bûye sedema gurkirina agirê zikreșiyê li dijî hin kom, gel û etnîkên bindest li…

Di / 31 / 10 / 2004an de xebatkarê hêja û helbestvanê ciwan heval (Ferhad Çelebî) Endamê komîta navendî ya partiya me bi bûyereke tirafîkê ew û Du birayên xwe koça dawî kirin.

Hevalê Ferhad helbestvan , çêroknivîs û rojnamevanekî çalak bû , bi dirêjahiya salan ji ciwaniya xwe de heya bi…

Fewaz Ebdê

Diyarî canê
Ebdussemed Dawud
**

Nema zanim ..
Ji ku dest pê bikim
û li ku rawestim!
Ji zeviyên genim ku bi dizîka navê te dibêjin?
Mîna ku hê tu neçûyî
û hîna tiliyên te bi simbilan dilîzin.
Tu dikenî, distirê û dibêjî:
“Nigê xwe li şînê xin,
wê bidin alî..
paleyî li bende şînê namîne!”

Yan ji çaxê ku em bi dû ewran diketin?
Me…