evên xwar deqê wan birûsk û nameyên sersaxiyê kû bi zimanê kurdî gihiştine me bo malbat, heval û dostên rehmetî Mihemed Emîn Mihemed:
Malbata rehmetiyê hêja
Gelê me yê kurd li Sûriyê
Kurdan berê gotiye:mirovê baş zû dimirin!belê, bi koçkirina mirovê dilnazik û bi rûmet Bavê Kawa, dilê me hemiyan tevizî û rondik di zoyên çavan de sekinîn.Ew mirovê pak û demokrat ku bi herkesî re rûken û dilfireh bû, jinişkave ji nav me barkir.Xemgînî xist dilê me de û em tenê hiştin.Lê, ne bi destên wî û ne bi destê kesî ve tê ku xwe ji mirinê biparêzin…mirina ko li pêşiya her yekî ji me heye.
Bi vê boneya xemgîn û diltezîn, ko gotin bê sûde dibin li hemberî wê, sersaxiya partî û dost û malbata rehmetiyê qedirbilind dikim û dibêjim bila serê we û serê dost û malbata wî sax be!
Ciyê Bavê Kawa buhişt be .
Serê milletê kurd sax be !
Nivîskar Besam Mistefa / Hewlêr
—————-
Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê-Partî
Malbata rehmetiyê birûmet
Gelê me yê kurd li Sûriyê
Bê guman, derdê jidestxistina mirovekî dilsoz û wefadar û demoqrat, ku raya yê bermaberê xwe bi demokasiyeke here mezin digirt weke rehmetiyê hêja û xebatkarê komîteya navçeyî ya Partî, û berpirsê nûsîngeha Maf li Hewlêrê Mihemmed Emîn Mihemmed Bavê Kawa ..derdekî giran e, nexasime ku min bi mirina Bavê Kawa di rûdana trafîkiya xeddar de li ser riya Hewlêr-Pîrmamê bira û hevalekî here nêzîk ji dest da .
Helbet, ez li vir sersaxiya xwe tevî ya gelê xwe û malbata rehmetiyê hêja dikim, û di derbarê mirina ku li pêşiya her mirovekî ye, tenê dilovaniyê ji rehmetî re dixwazim û xwedê dilê gel, dost û malbata wî rehet bike .
Serê milletê kurd sax be !
Hunermend Kamîran Ibrahîm/Hewlêr
11/2/2007
—————
Malbat , dost û hevalên , şehîdê nemir , Mihemed Emîn Mihemed ,
Serokatiya / PDK/ ê li Sûriyê ,
Hezkerên mirov û mirovahîyê …
1 ê sibata Hewlêrê û 12 Adara Qamişlo , hevcêwîyên hevin , di navbera wan de , birayetiya xak û xwînê hatiye tomar kirin , li şûna xwîna Şêrên leheng û xortên ciwan kaj û sipîndar şînhatine .
Qederê , kekê Mihemed Emîn Mihemed ji pêvajoya vî karwanê nemir , bê par nehişt , ew pêvajoya ku di jiyana xwe de , mîna Kurdperwerekî leheng dabû ser , di koçkirinê de jî , her ew ma li pey doza vê pêvajoya pîroz .
Bi pênûsa xwe , bi çalakiyên xwe , bi mirovahiya xwe , qêrînên welat û miletê xwe li ser milekî danî , û li ser milê din , kefenê zilim û zor û setemkariya dijwar hilgirtibû .
Bi dilekî birîndar em ji we re dibêjin :
Bela serê we saxbe , em di wê baweriyê de ne , ku mirovên mîna kekê Mihemed Emîn Mihemed , li nav miletê xwe wê zindî be , ne mirî be …
Ji xudanê dilovan bi hêvîne ku cihê kekê Mihemed Emîn , û hemû şehîdên Kurdistanê , şehîdên rêka felat û azadiyê , rêka tenahî û mirovahîyê , buhişta ezel be .
Careke din serê we saxbe , di gel rêz û silavên gerim …
Xuşka we
Bêwar Brahîm
Nûnera navenda / PEN / a Kurd , li Başûrê-Rojavyê wlêt
Qamişlo
12 / 02 / 2007
——————-
Bi dilekî kul u xemgîn, min nuçeya mirina berêz Mihemed Amîn bavê Kawa bihîst.
Bi rastî , çûna berêz ser dilovanya xwe di vê demêde, dorandineke,xesareteke mezine ji tevgera kurd re, u ji dost û hevalên wî di Hevgirtina Gelde, u di Parti de.
Silav li canê şehîd re, u sersaxî ji malbata wîre.
DR.Gamcheed Abdul Kareem
POLONYA
——————-
Birayên hêja:
Serkird û endamên Partiya Demoqrata kurd li Sûriyê ( Alpartî )
Rêxistina Mafê ya kurdî (Maf)
Guropa Dêrikê ya çanda kurdî
———
Şînî
Bi dilekî xemgîn me nûçeya mirina endazyar Mihemed Emîn Mihemed bihîst, koçkirina çalakvanekî hêja wek Bavê Kawa miletê kurd tevde pê êşiya, sed heyf li xortaniya wî.. ez bi navê xwe û bi navê dezgeha Semakurd li Dubey sersaxiyê ji malbata wî û ji miletê kurd re dixwazim.. hêvîdar im Xwedê wî bi dilovaniya xwe şake û buhiştî be..
12/2/2007
Arif Remezan
Berpirsê dezgeha Semakurd li Dubey
————
Bi navê Yezdanê dilovan
Bi dilekî tevde ahîn û êsh min mirina çalakvanê kurd Mihemed Emîn Mihemed bihîst, ev qedera resh gelekî xemgîn kirim, bi rastî jî birayê delal zû bû.. bîranînek di dil de ma li kurdistanê me hev dît; lê mixabin zû xatir xwest..!!
Sersaxiyê ji malbata wî û ji gelê kurd re divêm..
Dubey
11.2.2007
Helbestvan: Ezîz Xemcivîn
——–
BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN
bi dilekî tev êsh û kul me nûçeya mirina çalekvanê mafê mirovan mihemed emîn mihemed bihîst….
bi vê rûdana xemgîn ez sersaxiyê ji malbata wî re dixwazim..
hêvîxwazim ji yezdanê dilovan buhishtî be
11.2.2007
HELBESTVAN: AHÎN ZOZANÎ