tê naskirin.ji ber vê jî paltok îro bûye navdartirîn û berferehtirîn pirogramê axavtin û danûstandinê li ser astê cîhanê.
Rêveberiya vê koçkê ji aliyê çend xortên kurdperwer û zîrek ve, tê kirin, tevî ku hin ji wan xortên bîrber, ji parçeyên dî yên kurdistanê ne û car caran jî hin kêm yan zêde, mijar, şevbêrek, simînar, hevpeyvîn û dîdar ji kesatiyên siyasî, hunerî, rewşenbîr û zana re, ji wan parçan re jî, tê çêkirin. lê belê, evê koçkê kar û bar, derd û êşên miletê kurd li Rojavayê Kurdistanê daye ser milê xwe û navê vî parçî hilgirtiye .
Van xortên têgihiştî û singfereh bergehê vê koçkê kirine meydanek ji Tevgera Kurdî re û herweha kirine pencerek ragihandinê ji bîr û boçûnên cuda cuda re, û îro rewşenbîr, hunermend û zanyarên kurd nêrîn û ramanên xwe di rêya vê pencerê re radigihînin tevaya miletê kurd li seranserî cîhanê .
Bi rastî, evê koçkê karî derîna li pêşberî Tevgera Kurdî li Rojava vekê, ku eve çend salin hê tevgerê ne karîye bicîbînê û pêre jîngehek ji bo diyalok û danûstandinê peydakir, û şiya serkirdayetiya tevaya partiyên kurdî, di vê koçkê de bi civînê û di nav bera wan de, goftûgo û danûstandinan pêkbînê. nîqaşan li ser rewşa tevgerê, kêmasî û astengên dikevin di derê rêya yekkirin û hevgirtina navrêzên tevgerê de, siyasetên rêjîma Sûriyê di derbarî doza kurdî û gelê kurd de, pêwîstiya avakirina lêvegereka kurdî seranserî, ku tevaya partiyên Rojava û saziyên rewşenbîrî û rêxistinên mafên mirovan, û herweha kesatiyên şareza û pispor, çi di hundirê welatê de bin yan jê li derve cihê xwe, di nav de bigirin, li ser eger û hokarên serhildana (12) avdarê û destkeftiyên wê, xwepêşandanên Şam û Qamişlo, pirojeyên tevgerê yên pêşerojê, zindîkirina cejna newrozê û bîranîna jidayîkbûna û koçbarkirina şehîd, navdar û nemirên kurdan, xwendina guhertinên ku li ser astê cîhanê rûdayîn, vewejartin û hilkewaştina stiratîcî, Ecinde, pilan û rêbazên dewletên hêzdar û beryarstên,rengvedana wan guhertinan li ser kêşa kurdî, alozî û pirsgirêkên zimanê kurdî û xuyakirina rêyên çareserkirinê, ev nav û nîşan, babet û mijar tev di Koçka Rojavayê Kurdistanê de tên pirsyarkirin, gengeşe û danûstandin li ser wan bi kûrahî tên kirin.
Koçka Rojava wek me da xuyakirin, karî dîwarin bilind hilweşînê, dergehin asê vekê, hişin razayî hişyar bikê,canin li ber mirinê sax bikê, raman û gumanên ne bawer bi şiyanên milet pûç bikê, dengê Tevgera Kurdî di nava kelşên sewdanên bendkirî re bikişînê naverasta kar û xebatê. bi kurtî evê pencera piçûk di vê cîhana fereh û tevilhev de, sînorin şikandin, revenda kurdî bi kurdên hundir ve girêdan, çav li kêmasiyên tevgerê vekirin, şaşî destnîşankirin, kêşa kurdî bi girêhiş û aloziyên xwe ve li ber çavên miletê kurd raxist, eger û encamên lawazî û paşvemayîna pêvajoya kar û xebatê li ber destên wî danîn û her tiştên veşartî jê re berçavkir .
Koçka Rojava xezmeteka baş, ji bo zimanê kurdî kir û dikê, hişt ku serkirdên siyasî, rewşenbîrên kurd li xwe vegerin û guhdanê bi zimanê xwe yê netewî bikin, ji ber eve demeka dirêje, wan zevya zimanê kurdî berdane û jê dûr ketine, dema di axivin zimanê Erebî serdestiyê li wan dikê, zimanê wan yê kurdî, ji hevtêxinê. bi vê yekê, gelek caran ji aliyê milet ve, tên rexnekirin û carna di nav bera ramankêşî û axivtinê de, derbirîna bîr û ramanan û danûstandinê de, di şehitin, di kevin gerînekeka tarî û dûman de, serastkirina ziman li ser hesabê ramanan cih digirê, yan jê vajî wê, derbirîna ramanan zimanê axavtinê qelis dikê û di bin simên gotinên Erebî de di perçiqînê .
Evê koçkê deng veda û dengvedana wê tevlî kul û xemên miletê kurd bû û bi dengê wî re reng veda . eger em van bizav û çalakiyên koçkê berçav bigirin, li vir pirsek tê kirin, û di baweriya me de pirs jî pir girînge, gelo, tevî ku Koçka Rojavayê Kurdistanê, evê xebatê dikê , û ev bergeh û jîngeh peydakir . lê ka beramberî vê yekê Tevgera Kurdî çi ji vê koçkê re dikê, yan jê bi gotineka dî ka çi lê vegerand ………!?
Em tev dizanin, îro roj Tevgera Kurdî di bin birha rewşa pevçûn,belavbûn, bê baweriya bihev û parçebûn de dinalê û ji ber wê neketiye di warekê xurt de û nikarê bi vê sistî û xaviya xwe ve barê serdemê hilgirê û dibin de nikarê rabê, destê alîkarî û piştgiriyê jî dirêjî ti dezgeh û saziyên rewşenbîrî û ragihandinê bikê . raste yê tiştek nebê, nikarê tiştekî bidê jî, lê ew yeke mirov pê razî na bê …..!??
Her ku çi hêncet û mihane hebin jî nayên qebûlkirin, ji ber ew hêncet û mihane ji terik û kelşên hiş û sewdanên rizî û zincargirtî derdikevin, yên wan kesên ku îro xwedan beryarin û serdestin di serkirdayetiya partiyên Rojava de .
Ma kengî emê bibihîzin yan bibînin, ku partiyên me li ser tiştekî li hev kirine û bi hev re destgirî û palpiştiya pirojeyekî, dezgeheka weşan û ragihandinê, rêxistineka berevaniya mafên mirovan, dezgeheka rewşenbîrî kirine.
Madem partiyên me tev cihê xwe wek hev û bi hev re di bergehê koçka Rojavayê kurdistanê de digirin, ma wê çima bi hev re piştgirî û alîkariyê vê koçkê nekin . tevî ku em dibînin ku ev koçk xwe nêzîkî tevaya partiyên kurdî di bînê û xwe bi yek gavê ji wan tevan dûr digirê, derfetê didê her siyasetmedarekî yan her nivîskar, helbestvan, hunermend û rewşenbîrekê kurd û derî li pêşiya wan vekir ye, ku cihê xwe di gorebana vê koçkê de bigirin, û bîr û boçûn, nêrîn û ramanên xwe bi azadî û serbestî derbirin. beramberî vê yekê ka tevgerê çi alîkarî û destgiriya vê koçkê di aliyê daravî û dilgêrî de kir ye ? …. Yan jê tevger weke her kar û xebatên xwe, di nexweşî û pirsgirêkên xwe de noqbûye û di birînên xwe yên kûr de dibonijê … ?haya wê ji milet û kesên ku xwe di westînin û xizmeta milet dikin jî nîne, tenê çavên wan serkirdan li wî kursiyê wan yê zincargirtî û qelse, ew kursiyê ku gelek kesên mirovnas û dilsoz, ji mirovatiya wan dûrkirin û dawiyê dafk û torên çarenûseka reş li pêşiya wan vedan .
Ma emê kengî sûd û mifayê ji serhatî û serboriyên miletên dîtir bibînin . ew miletê ku di nava agirê dîktator û çavtengên xwe de şewitîn.wan dîktatoran jîna xwe wendakirin û pêre jî jiyana miletê xwe jî lêkirin dojeh û goristan .
Ma weheye di vê serdema nazik û hestyar de werê bîra serkirdayetiya siyasî ku ew navmala kurdî ser û ber bikin û rêzên partiyan bikin yek û lêvegereka kurdî avabikin ,ta ku di pêvajoya xebatê de bi karibin alîkarî û piştgiriya dam û dezgehên kurdewarî bikin .
Di vir de, divê werê bîra me, ji ber ku bûye xaleka nêvnas û miletê me û serkirdayetiya me ya siyasî pê hatiye naskirin, ku xwedê nekê û careka dî jî xwedê nekê rêveberê vê koçkê hunermendê navdar û cegersot Şevger yan yek ji admîn û karmendên koçkê yên hêja û netewperwer, dema ku ber bi dilovaniya xwedê ve herin yan jê bi destên zikreş, dijmin û dûvelankên neyaran werin kuştin, hingî, wê ji nû ve milet yan sirkirdayetiya wî ya siyasî, wê ji nû ve bi xwe bihesê û reş û şînê girê bidê, pesinê kar û xebata van zehmetkêş û wefadaran piştî wan bidê .
Tevî ku eva dawî wefadariyeke û tiştekî başe, lê ya ku cihê daxê û dilê mirov têşînê ewe, çima ta ku ev kesên qenc û baş, xwedan şiyan, wefadar û dilpak ji parastina mafê miletê xwe re. ta ku ew zindî û jîndarbin pişta wan nayê girtin û alîkariya wan nayê kirin. Bê gumane ku dema ew li ser saxiya xwe bêne xelatkirin û piştgirtin, wê gavên mezintir bavêjin û kar û berhemên rengîn û berferehtir bidin .