BEHÎNAME

Piştgiriya Kampanyayê bikin !

Weka li ser gellek bermayîyên dîrokî yên Kurdistanê, eve nêzi çar salan e ku li ser Qeleya Bidlîsê bi awayên nihênî kolanên arkeolojîk tên kirin.

Em tu carî ji caran bawerîyê bi van “lêkolînên arkeolojîk” ya ku ji bal Komara Tirkîyeyê ku bi tena serê xwe dike ve nayênin.
Nîyet û armancên kolan û lêkolînên veşartî yên dewletên dagirker, tenê û tenê wêrankirina bermayîyên dîrokî yên çanda me ye û têkbirina dîroka me ya pîroz e.
Divê lêkolînên wusa bi hevkarî û beşdarîya dezgehên navneteweyî, bi kêmanî bi çavdêrîya wan were kirin û herweha hemû berhemên dirokî yên Bidlîsê, li bajarê Bîdlîsê bimînin.
Em bangî hemû kesên rewşenbîr, sîyasetmedar, hunermend û bangî hemû dezgeh û rêxistinên Kurdistanîyan dikin ku ew piştgir û alîkarê vê kampanyaya ji bo Qeleya Bidlîsê bikin.
Qeleya Bîdlîsê serbilindî û şanazîya hemû Kurdistanîyan e.
Yên ku bixwazin pi?tgirê vê Kampanyayê bin, dikarin bi vê adresê re têkilî deynin :
qela_bidlis@hotmail.com  

2007.04.22

Platforma Kurd Li Ewrûpa – PKE

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…