Zimanê Kurdî, Zimanê Çivîkan, Zimanê Zêrîn

Siyamed Sîpan Ugurlu

Her civak rengê xwe bi dewlemendîya çand û zimanê xwe yî ku bi çerxa dîrokê xwe pêşde xistiye û li ber bayê dîrokê ketiye, nî?anî hebûnên li ser rûyê cîhanê dide. Ziman mirov dikare wek „Amûrê“ xwe lêvkirina civak û gelan bi nav bike.
Ziman şaxê herî mezin yê çandê ye, ku rehên xwe bera dilê hemû mirovan dide û dibe perçeyek ji jîyana civakekê, perçeyek ji jîyana gelekî. Li gor vê di dîroka her gelan de zimanzanan li ser zimanê welatêkî û gelekî lêkolînan pêk aniye û pêk tîne, lê bi rûsarî dibêjim, ku zêde zimanzanên ku lêkolînek başebaş li ser zimanê Kurdî li dar nexistiye tuneye. Ji bo vê zimanê kurdî, zimanê çivîkan, zimanê zêrîn pêşketinên ber çav bi dest nexistiye.
Niha bi hezaran gotinên ji zimanê kurdî, gotar û stranên kurdan di devên biyanîyande govenda bêzarîya dikşîne. Nivîskarê navdar Michaelville dibêje: Ku tu bixwaze gelekî û civakekê bixe bin kontrola xwe, bêdeng û asîmle bike, dibê tu dest bavêje çanda wî, bi taybetî zimanê wî. Wusa xûyayê ku dagirkerên çavbirçîyê axa zêrîn axa welatê agir û rojê, şîreta Michaelville ne tenê wek guhar, mîna ristika bi kar anîye. Ji ber ku niha ji destê wan were, wek mînak mirov dikere dewlata tirk bi lêv bike, ewê mûçe (maaş) bide Kurdan ji bo bi Kurdî neaxivin. Li beranberî rewşek mijara gotinê ecêbmayî û matmayîbûn ne di destê mirova deye.
Bê şerm û bê fedî jî dibêjin, li welatê me demokrasî û pirçandî di asta prensîbên herî bilind deye. Bilindbûna bahs dikin jî, di bin pêlavên leşkerî yî xwînî û pêçkê tanqên wan deye. Bilindibûna bahs dikin di devê çekê û li sînorê tinekirinê de ye.
Ka werin em xwe bera nav newalên dewlemendîya zimanê çivîkan, zimanê zêrîn, zimanê kurdî bidin. Em biçin ser zinarên vê newalê û bi hesretiyek mezin li berrî û zozanên bedewiya Çand û Zimanê Kurdan binere. Em sînga xwe ji rist û gotarên helbestvan û nivîskarên mîna Baba Tahîrê Ûryan, Ehmedê Xanî, Melayê Cizirî û Cigerxwîn re vekin û em hewl bidin dîroka zingargartî ji xewa bi sedan salan hişyar bike û li nihirandina wî dengê bêzar guhdarî bikin.
Zimanê Kurdî dikeve nav Malbata Zimanê Hînt û Ewrupî, di vê malbatê de zimanên xwedî dîrok yên wek farsî û yûnanî jî cîhê xwe li kêleka Kurdî digrin.
Ji avakirina nêrîna zimanên cîhanê zimanê kurdî dikeve nav damezraka Zimanên tewangirî, ku tê wate ya xwedî bingehek saxlem û dolmend.
Ji ber ku li Kurdîstanê bi sedan salan Dewletek Netewî ya Kurdan saz ne bûye û Kurd tenê di bin banê Mîr û Eşîretîyê de dikarî xwe û zimanê xwe bi qelsî biparêze, di bin çandê de ziman û wêje jî zêde pêşde neketiye.
Yekem mirovên li ser Zimanê Kurdî serê xwe êşandiye Mamosteyê mezin şeref Xan ê, bi pirtuka xwe şerefname û Mele Mehmûdê Bazîdî ye. Herwiha gelek nivîskarên biyanî jî di nîvîs û pirtukên xwe de bahsa dewlemendiya Ziman û Zarava yên Kurdî kiriye. Mamosteyê mezin şeref Xan ne tenê li ser Zimanê Kurdî herwiha li ser Çanda Kurdan û Erdnîgarîya Kurdîstanê de jî lêkolîn û nivîsên hêja nivîsandiye. Lewra agahiyên heyî ji bilî agahîyên ji şerefname bi sînor, gelek kêm û yên heyî jî tijî nakokî ye.
Çend zarava ji zimanê Kurdî yên herî zêde tên axaftin wusa ye:
1. Kurmancî li Kurdistana Bakur û Kurdîstana Başûr-Rojava tê axaftin.
2. Soranî an jî Bahdînî an jî Kelhûrî li Kurdîstana Başûr û Lûrî bi hindikî li Kurdîstana Rojhilat û Başûr tê axaftin.
3. Zazakî an jî Dimilkî an jî Kurmanckî û şikakî li Kurdîstana Bakur tê axaftin.
4. Hewramanî an jî Goranî an jî Hewramî li Kurdîstana Rojhilat û bi hindikî li Kurdîstana Başûr tê axaftin.
Bi dehan nav ji bo zaravayên Kurdî hene, bi dehan şax-zimanên din jî hene. Ez dikarim wek mînak bêjim ku em du gundê cîranê hev zimanê em diaxivîn başebaş ser hevdu nedigirt û ne wek hevdû bû. Mînakek din di zimanên biyanî de ji bo hebûnekê gotinek heye, lê belê di zimanê kurdî de ji bo hebûnekê bi dehan gotin hene. Bi sedan hezar gotin û gotarên bi zimanê Kurdî heye, ev jî dewlemendî û zenginîya zimanê kurdî nîşan dide, lewra ewê ne fişal kirîbe û nepixandî be ku ez bêjim zimanê Kurdî Zimanê Cîhanê yê herî dewlemend û xwedî dîroke.
Lê belê elaqedarbûyîna Kurdan li hemberî Zimanê Kurdî xemgîniyek mezin bi xwe re tîne bê gûman, ji ber ku nivîs, gotar û pirtukên bi Kurdî gelek kêmin, lewra dibê em yên heyî baş bi kar bîne. Li vir gotinek Rêberê Gelê Kurd û Rêberê KKK birêz Abdullah Öcalan tê bîra min ku dibêje: Kurdan di demên herî zor û zahmet de jî li ber xwe dane, di demên şûr hatiye ser qirka wan jî asîmle bûn qebûl nekiriye û li ber xwe daye, lê belê dema hinekî dikeve nav dilfirehiyê Kurd xwe bi xwe li ber bayê asîmlebûnê dixe.
Sazî û rêxistinên me yên wek mîna Kongreya Netewî ya Kurdîstanê (KNK) û TZP-Kurdî ji bo parastin û lêkolîn kirina Zimanê Kurdî di nav liv û tevgerek mezin deye û heta niha xebatên hêja jî pêk aniye. Lê dibê gelê Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin, dibê gelê Kurd wate ye Ziman bîne asta wate ya Dayik ê. Dibê kurd di bin dirûşma „Zimanê me hebûn û nasnama me ye“ li zimanê xwe xwedî derkeve û nehêle zimanê zêrîn, zimanê çivîkan bêzar bimîne.
Lewra ez jî dibêjim:
Bi Kurdî bifikire, bixwîne, binivîsîne û biaxive
Bi Kurdkî bifikiri, bixwîni, binivîsini û biaxivi

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…