Bira û dostên hêja!Di dema dawî de, malpereke ilktironî dîsa û bê sedem êrîşî me kir û xeber û dijûn di derheqê me de dan! Bi taybetî, ji ber ku xwediyê malperê bi temen û asta xwe, ne ji dûr û ne ji nêzîk ve ne têkildarê pirsên di holê de ye
Em baş dibînin bidin xuyakirin ku têkiliya me bi dijûn û çewtiyên hatine belavkirin re nîn e , û ji servezêdekirin û rûreşkirina mirovan, kî dibin bila bibin, here dûr in.Her weha, em tekez dikin ku çi kesê rastiyan sexte bike û destdirêjî mafên kesan bike, dê stûbariya xwe hilgire.Di heman demê de, em diyar dikin ku em rêzê li hemû nêrînên avaker ku dibine alîkar di xurtkirina tevger û xebata me de, digirin.Her rexneyeke ku bi armanca jinûveavakirin û serrastkirina tevgerê tê kirin, bi singek fireh hembêz dikin.
Her weha, bi nêzîkbûna salvegera rabûna kurdî ya Avdara 2004an, em diyar dikin ku em dê beşdariya xwe ya erênî derbarê doz û kêşeyên tevgera Kurdî yên siyasî û çandî û hizrî, berdewam bikin, û xwe ji bicihanîna erkên xwe yên niştimanî di riya tevgera opozisyona demoqrat de, nemaze di warê çesipandina mafên milletê me di bername û acendeyên wê de, nadine paş.Tevî ku em bi tekezî dizanin ku-ji ber ezmûna me ya dirêj û nirxandina dirust ji xwezaya rêjîma ewlekarî ya despotîk û serdest li dirêjahiya 40 salan, ku ew dê bêdeng nemîne li hemberî lidij û guherînxwaz û opozisyongerên xwe li hundir û derve, nexasime tevgera kurdî.
Li gor vê yekê, ne ecêb e ko rêjîm hewil bide jehra dubendî û parçebûn û nakokiyan di nav refên gelê me de belav bike, û di riya hindek peyivgehên Kurdî yên taybet de, vê armanca xwe bibe serî.
Em ji hemî bira û dostên xwe re tekez dikin ko dijminê me yê serekî di vê qonaxê de rêjîma ewlekarî ya serdest ya Sûriyê ye.Her weha, çiqasî galegal zêde bibe jî, em ji riya xwe dernakevin.
Di gel rêz û silavan de.
Di 28/2/2007an de.

Şîrove (0)