BEHÎNAME

PAKREWAN MÛM Û FINDÊN GELLIN

Bi bîranîna serhildana 12 meha AVDARÊ , ev meha lap dewlemend û pir zengîn bi reşmizgîniyan …boy gellê Kurd, ev meha evra ..bûye goristana kulan û derdan…bobelatan…sosretan,renc û azarên wê hicranin ,gelê Kurd jî berê xwe dan gorrên pakrewanan.
Encûmena hevkariya Kurd ( AZADÎ-YEKITÎ- ŞEPÊLA PÊŞEROJ )  bi hevbeşiya ( PYD ) rêkxistinên AMÛDÊ û KOMÎTA CELADET ya hokirina zimanê kurdî ,Çûn serdana gorra pakrewanê serhildanê ( XEYRÎ BERCES ÇETO) li gundê (MERKEBÊ) ji gundên derdorî Amûdê, piştî diyarkirina gurzên gulan ji canê pakrewanê nejbîr re, 3 dabêj bi navê Encûmenê û PYD û Komîta Celadet ..pêşkêş bûn,.
Ev pakrewan mîna senbolên diyer …- her sal -bi bîranînê xwe , hizrên gellê xwe dibizêvin (dilivînin ) , li dawiya serdanê sersaxî ji malbatên pakrewanan û ji gellê kurd re dixwestin, lê di vegerê de ne naghamî(nijkavî) bû dema ku bajarê Amûdê weke pêşewaziyekê …bi mûm û findan vêxistî dîtin .

ARŞEK BARAVΠ    11-3 -2007

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…