Xetîra 12 Avdarê Divê herdem geşbe

 Mehmud Sefo*

 Destpêka buhara rengîne li welatê me .. perwaneyên kesk û sor û zer xwe diyardikin .. xurist bi xemlek hevgirtî di bake … (12)Avdarê va dîsa hat .. nemirên ku tovê jîn û jiyanê li vê xakê bi xwîna wan zîldayî melûlin.. xemgînin.

ketine gerava birçîbûnê di navenda behiştê de…
Bitirsin.. dibirsin ji tevgera xwe ya konevanî .. ji pêş‏kê‏ş û rêberên gelê xwe .. ka hêrs û hestê we ..ka soz û peymanên we .. ka hevgirtina we ..ka yekbûna gotara we .. gelo, em ş‏aş‏in yan jê hûn ne baş‏in …?

 Ev çi rewş‏e, ev çi zaze .. kar û xebat xweş‏ awaze ..ka bersiv çiye, ka hûn tev (12)Avdarê bi çi rengî di ferhengên xwe de,dinerxînin ..
Bi rastî ev pirs pir giringin, gereke her yek ji me, her serkirdeyek, her rêberek, her rew‏şenbîrek, her welatparêzekê kurd bi zelalî dûrî ez-eziyê bersiva van qehremanan bide .. van pakrewanên gelê kurd yên ku canê xwe mîna mûmê disojin ta ku tarîstana li ser xaka miletê xwe ronahî bikin … lewra weha dibijim û li gorî bîr û boçûnên min… (12) Avdarê vejînek bû û zayînek nû bû, ji bo gelê kurd û tevgera wî divî parçê ku hatî girêdan bi Sûrya rengîn ve li gora hevpeyman û rêkeftinên nêvdewletî … (12) Avdarê pîlaneka qirêj bû û veda ..bû buyerek giring û deng da û bû bahozek pir bihêz ji kûriya naveroka dilê gelê kurd derket … (12) Avdarê ew dîwarê tirsê yê ku bi salan hatibû avakirin li ser destê kedxwar, nijadperist û ş‏ovînistan, keç û xortên kurd herifandin … (12) Avdarê rastiya girêdana gelê kurd ya dîrokî vêkra anî ziman … (12) Avdarê kê‏şa kurdî û dadmendiya wê xiste hundirê her maleka Sûrî û zinge zinga zengilê wê perda guhê her mirovekî ş‏ovînist çirand û di mejiyê wan de çand, ku kurd û Ereb û hemo kêmnetewên din hevpi‏şkên Sûrya rengînin … (12)Avdarê kêş‏a kurdî li Sûryê, li tevaya cîhanê belavkir … (12)Avdarê hevgirtin û yekîtiya miletê kurd li seranserî kurdistanê pêkanî … (12) Avdarê bersiveka bi hêz bû, ji bo rêjîmê û kesên ku alîkar pêre ji bo tinebûna gelê kurd û rakirina wî ji qadê … (12) Avdarê xapeka pir dijwar bû, armanc jê ku kêş‏a kurdî di Sûryê de piçûk bike û ji rengê wê yê siyasî vala bike û bi guhure û bixe di çarçoveyek Erebî , kurdî de, lê bi wana re ev konevanî berdewam ne bû, ji ber gel û tevger hiş‏yar bû, têgihş‏tî bû, bûne asteng li pêş xapîn û pîlankariya wan … (12) Avdarê girêdana gelê kurd bi xaka wî ve mikumkir .. (12) Avdarê rûyê dijminê kurd reş‏kir û dilê dostê wî geş‏kir ..
Ez di karim weha bêjim (12) Avdarê , (13) Avdarê , (14) Avdarê 2004 ê, wan rojên bi rûmet di dîroka gel de, eger mirov bi pîvan têxe alîkî qapanê û kar û xebata gelê kurd û tevgera wî li Sûryê bixe aliyê dî yê qapanê, bi bawerya min wê herdu aliyê qapanê rawestin li hember hevûdin , di gel rêzgirtina min ji hemo xebatkar û welatperweran re, dibe ku aliyê yekem ji qapanê hinekî serê xwe bi çimîne ber bijêr .
Belê … qet jibîra nakim giringiya (12) Avdarê, çimkî cara yekem bû li ser banga nemir û qurbaniyên (12) Avdarê .. li ser nalîna birîndarên (12) Avdarê .. li ser zarîn û qêrîna girtiyên di zindanan de, di bin îş‏kence û lêdanê de, ku tevgera kurd bi hemo partiyên xwe ve .. bi hemo rêxistinên xwe ve .. bi hemo sazî û dezgehên xwe ve.. di gel cudahiyên di navbera wan de, di gel nakokiyên ku hinekî ji hev dordikirin … bi yek dengî, bi yek rengî .. bi yek destî, bi yek hêzî bersêva banga gelê kurd û nûnerên (12) Avdarê dan .. û .. cara yekemîn bû ku gel bi hemo tex û çînên çivaka xwe ve.. bi kal û gêncên xwe ve.. bi keç û xortên xwe ve.. bi tayê xweyê heme reng neqş‏ek pir pîroz li hawîr dorê tevgera xwe damezirandin û diyarkirin … bi‏ştî vê hevgirtina dîrokî di navbera gel û tevgerê de .. bi‏ştî vî rengê nûh ji kar û xebatê tevgera kurdî di hundirê Sûryê de bû xwedî hêzek pir giring û pir mezin … ev bo sedema ku rêjîma Sûrî û parastina wê ya tinehêl bilerize û li xwe vegere û kar û barên pir mezin ji tevgera kurdî re bike. ev ji layekî û ji layekî din ve hêzên welatparêz û dîmoqrat li Sûryê li pêş‏ rastiya kêş‏a gelê kurd rawestandin û neçarkirin ku bi rengek din .. bi nêrînek nûh nêzîk doza gelê kurd û tevgera wî bibin …û di warê cîhanî de (12) Avdarê wekî min di despêkê de gotî di karî kê‏şa miletê kurd li Sûryê bigehîne astek pir bilind li dev hemo miletê cîhanê û hi‏şte ku Ewrûpa û Emerîka bi dezgehên xwe yên fermî û serbest û hemo rêxistinên mafên mêrovan û komîteyên zindîkirina civaka sivîl bi konevanîyek nûdem, dan û standinê di gel kêş‏a gelê kurd di hundirê Sûryê de bikin …
Bi rastî (12) Avdarê xetîrek pir geş‏ ji bo tevgera kurdî vêxist… (12) Avdarê nirxek pir buha ji bo tevgera kurdî diyarîkir… (12) Avdarê bingihek pir kûr  ji bo tevgera kurdî avakir…
Lê mixabin bi dilek mestî û bi baskek ji kestî dibijêm tevgera kurd li ser wan pêdan û destkeftiyên  (12) Avdarê berdewam nekir..û ne karî wan bi destxistiyên herî giring ta dawî bi barêze.. diyare tevgera me hindî dûrî germiya (12) Avdarê 2004 ê dibe, hin bi hin agrê hevgirtina wê qels û melûl dibe … bi borin ev ne bê bextiyeke ez dikim û ev ne tiş‏tek veş‏artiye ez radighênim, em tev dizanin biş‏tî bîranîna yekemîn ya (12) Avdarê û biş‏tî pêkhatina rê û rismên serbestbûn û berdana  girtiyên (12) Avdarê bi dawî hat, di despêka Nîsana 2005 ê hevgirtina tevgerê jî ya ku di bin navê ( Guropa Partiyên Kurdî li Sûryê ) de hatibû kirin, ew rengê pîroz jî bi dawî bû û tevger careka din ji hev belav bû, wek ( berxên tu berdê ber maka ) her partiyek vegera cih û warê xwe .. partîyên Hevbendîyê vegeran Hevbendiya xwe .. partiyên Enîyê(Bereyî) vegeran Enîya xwe …hin partiyên din ji bo xwe çarçoveyek nûh avakirin .. hin dîsa man veder bi tenha xwe…
Di gel hindek gavên baş‏ hatin avêtin, lê di baweriya min de, ew gav pir biçûkin li gurî daxwaziya gelê kurd .. ha ji bona vê yekê ti‏şta herî baş ewe, ku partiyên tevgera kurd li Sûriyê dîsan dilên xwe ji bo hevûdin vekin û destên xwe bi rastî dirêjî hev bikin û nakokiyên xwe bidin aliyekî û lêvegerek durist dûrî ez -eziyê avabikin .. wê demê em di karin bêjin wê bibin dildarê kar û xebata xwe û gelê xwe …. !!
Bijî hevgirtina gelê kurd … bijî yekîtiya tevgera kurd …her ge‏şbe xetîra (12) Avdarê …

 

* siyasetmedar û nivîskarekê kurde

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…