
Merasîma veşartina vî şehîdî bû xwepêşandaneka cemawerî hemereng,di vê xwepêşandanê de siloganên mîna bijî şehîd, bijî Barzanî,bijî Apo Ocelan,bijî yekîtiya kurdan û şehîd namirin,hatin hildan, herweha ala kurdistanê , nîşan û aleyên PKK,PYD,PJK,TCK, û wêneyên Apo, şehîd Behzad Zuhrap û şehîd Newroz Ebdo jî,hatine bilindkirin.
Destpêkê xwestin dayîka şehîd û bavê wî,wî di dîtina dawiyê de bibînin û xatiran jê bixwazin,lê belê berî ku dayîka wî,wî bibînê dilê wê bihorî û xureha erdê û bi wê dîtina dawiyê şa nebû,ew jî bû kulek di dilê wî de û tevlî deryaya kul û kovanên wê bû.
Di peyre gotin hatin xwendin
Gotin,helbest û birûskên ku hatin xwendin û pêşkêşkirin:
-daxwaza bavê şehîdî
-gotina malbata şehîdî-mamosta bavê Hêmin
-gotina Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD)-nûnerê (PYD)
-gotina Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (Alpartî)-mamosta Nisredîn Birhîk
-gotina Partiya Azadiya Kurdan li Sûriyê-mamosta Mihemed bavê Nado
-gotina Partiya Yekîtiya Demoqrata kurd li Sûriyê(Yekîtî)
-gotina hevalê şehîdî
-gotina Saziya Biratiya Gelê Sûriyê
-gotina Dayîkên Şehîdan
-gotina Dayîkên Aştiyê
-gotina Koma Ahîn ya Folkolorê Kurdî-mamosta Ehmed bavê Şehab
-gotina Yekîtiya Sitar
-gotina Saziya Şehîdên Kurdistanê
-gotina ciwanên Azad
-birûska Rêxirawa Maf
-birûska Malpera Welatême .net

pêşwaziya termê şehîd Behzad li ser sînorê Sûrî û Tirkiye / Nisêbîn
pêşwaziya termê şehîd Behzad li ser sînorê Sûrî û Tirkiye / Nisêbîn



Şîrove (0)