Sibe …

Ronî ELÎ

Sibe …
Hêviya dilê şikestî
Omîda hestên,
Ku di nav lepên lawiran de,
Vîna pêşerojeke sozdar
Têkel û hembêz dikin
Û bi evîneke lal

Xemla wê dişopîn in

Sibe …
Lavlava derkûşa,
Ku berxwedana xwe,
Di hinavên dayika,
Ku pişta xwe li ber,
Dîwarê mêrekî
Ku bi bayê dozekê re
Rûxand
Qêrîn û fîxan dike

Sibe …
Mebesta ketinên îroj e
Nebûna vejîna hebûnê,
Li hember pêlên bê binî
Sirûdên bê dawî
Û bejnên,
Ku ji kîn û ketinê
Mest û tengijîne

Sibe …
Zayîna dîlaokan e
Di kembera tewan
Û kustepistên neçar de
Di kaniya çavên bê ronî de
Di tûrikê pişta bê hêz,
Bê bingeh
Û bê alav de

Sibe …
Îroj e
Ez bixwe me
Eînî deme
Jîna bê par
Û derd û xeme
Tevrê bê dev
Li ber teme

8/2/2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…