LÊVÊN ŞIKESTÎ…. DUA

  Bêkes Têlo

Sosina  min Dua
Lêborîn…. ji gezên minî lawirane.
Salên bihûrî
Di goristana sirgûne
 Dibînim bi pencera çavên te….
Ser vê xaka dem têde bê lebate,
Gurz bi gurz libên barana
Çavên xwe pêşkêşî

mirîşkên serhildêr….dikim!!!!!!!!!!
Ji evîna berbanga malzarokê
Hatî bi qêrîn…û çûyî bi qêrîn di qada şêrîn.
pinpinîka min
Wisa dijî ser axa
Xwînkirî
Bê razan û hedan,
Roja te dizîn
Bi qeremûşkên …koleperest.

Dilava min….
Didim hev dengê germ
Di meydana bê hest de
Dîwar  matmayî,
 lêvên şikestî…çavên camkirî
dagirtî bi ava bêdengiyê
û guliyê rokê li ser te rakirin
avêtin te kevirên sor ji zimanê agir.

dibêjim ger nûvejînbim
Disa dara şînbim
Bi gulav şabim
Her û her  bi evîn bijîm.
Tu dûrî…noka!
Û hestiyê  te dibriqînin di xaka mad,
 laşê te dipeçim bi hêsitrên xwe,
 tenha xewn dibûyî bi jiyana çivîkan
  bi ava nergiz… Bi xemilînî.
Şûrên kor
Bûn toqa nefirîne… li stuyê te,
Girava evîna  te hiştin
Bê gul
 Û agir.. rûniştvanê xwîna te
Daqlol  bû çû xwar
Roja evîndaran tarîbû
Bê helbest û …bê zar.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozanê Efrînî

Dema ku pêvajoyên tevlêbûnê bêyî lêkolîneke têr û plansaziyeke durist pêk tên, ew valahiyeke ewlehî û îdarî çêdikin û deriyê kaos û nearamiyê vedikin, û di dawiyê de sivîl bedêla wê didin

Wek em hemû dizanin, ev demek e agirê şer û pevçûnan di navbera Kurd û Ereban de…

Şîlan Doskî

AfD û Kurdên Elmanyayê: Koçberî, Ol û Nasname di bin Sîbera Hêza Tundrewên Rastger de

Serkeftina Alternative für Deutschland (AfD) partiya vebijark ya Elmanî, di hilbijartina perlemanî ya 6ê Îlona 2026an li parêzgeha Sachsen-Anhaltê, bû yek ji giringtirîn pêşketinên siyasî yên dawiyê li Elmanyayê. AfD bi nêzîkî 44% ji…

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Di nêrîna min de baştir e ku em helbestvan bi kurtî di çend rêzikan de bidin nasîn:H.M. Hebeş di sala 1970 de li gundê Şiyê,gundê helbestvanê nemir Hamid Bedirxan li navçeya Efrînê, Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.Ew jî mînanî pir hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê ji ber zor û setemên rêjîma dewleta…

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…