(Qamişlo – Enteriyê / welatê me) iroj 28/9/2007 li Qamişlo / taxa Enteriyê, 2 malbatên kurdî – kû arîşeyek civakî di navbera wande rûdabû – li hevhatin, û neyartiya ku 15 salan dinavbera wande domkiribû, bi dawî anîn, ev li hevhatin li ser destê komîteyek xêrxwaz pêkhat, komîte jî ji van kesayetiyan pêkhatibû (Hacî silhedin ji gundê kêşikê, Sebriyê eliyê ehmed ji gundê girdêm, Heswê çep ji gundê Tildarê, Hacî beşîr ji gundê Kevrê dena, Casmê şêxê).
Herdû malbatên li hevhatîn, Malbata mer`ê , û malbata Diwîş bûn.
Civîna Lihevhatinê dibin 2 konê mezin de hat kirin û hijmareka mezin ji xelkên devera Qamişlo û gundên wê ji kurd û ereb û fileh û cihû lê amedebûn, di nav wande sekertêr û serkirdayetiya partiyên kurdî û serok êl û kesatiyên olî jî hebûn.

Piştî kû herdû malbat li hevhatin û ew neyartî bi paşxweve hiştin, rêzdar Şêx Ednan Heqî gotinek ji amadebûwan re pêşkêşkir û bi kêfxweşî ev lihevhatin pîrozkir û sipasiya wan kesan kir ku bi vê gava pîroz rabû ne. Şêx Ednan berdewam kir û got: “wek hûn dizanin rewşa kurda zor xirab e, hemî kes dijminatiya wan dikin, divê em ji hev hesbikin, em nehêlin arîşeyên wilo dinavbera kurdan de çêbibin.. berê dinya tev dijminê kurda ye ji lewma divê em jî nebin dijminê hev, divabê em yek destbin jibo em li pêşiya wan karên xirab kû dijî kurdan tên kirin, rawestin” .