BEHÎNAME

Koçika Qamişlo ya çandeyî şevek ji bo çîroka kurt li darxist

      Di 5.9.2007 ê de Koçika Qamişlo ya çandeyî û di karê xwe yê mihanede şevek terxan kir ji xwendina kurte çîrokên kurdî re ji bo parastina çîrok û serpêhatîyên kurdî foloklorî û xort û keçan dewlemend bikin bi naskirina kurte çîrokên kurdî û …
     Şevbiwêrik hata bi kar anîn bi amadebûna girûpek keç û xortên guhvedêrên kulturê kurdî û bi beşdarîya:

1- Mûsa Zaxuranî…çîrokeke wergerandî ji çîrokên Çîxof û çîrokeke foloklorî bi navê ˝MELAYÊ GULÊ˝.

2- Bavê Narîn… du çîrokên foloklorî yek binavê ˝KURÊ PÎRÊ˝ , ya din bi navê ˝KEÇA PÎRÊ˝

3- Leyla… çîrokek ji foloklor bi navê ˝XERDELO˝ û çîrokek afrandî bi navê ˝BIÇÛKÊN VÎ ZEMANν.

4- Hîyam… çîrokeke foloklorî ˝MAR Û ROVν û du çîrokên afrandî= ˝DINYA SOR DIMÎNÊ SOR˝ – ˝BEQÊ Û BEQO˝

5- Bavê Hozan… çîrokeke amadekrî bi navê ˝GIRNEWAZ˝.

6- Rif`et Hacî… du çîrokên afrandî yek bi navê ˝ TIRŞIKA KO XWAZGÎNÎ VEGERANDIN˝ û ya din bi navê ˝ ZIMANÊ KURDÎ DI MOZEXANA CINA DE˝ .

     Şev bi dawî hat bi têbênî û nêrînên amade bûyan yên ko şeva koçikê zengin kirin û ta şeveke din em we vexwendî koçika Qamişlo ya çandeyî û çalakîyên nû dikin, hêvîdarin ko em tev arî hev bikin ji bo pêwîstîya vî erkê hêja.

Koçika Qamişlo Ya Çandeyî

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…