Bersiv nekir

Zanav kêtkanî

Dema kû ez rojê dibînim
Şeva tarî dikevê mêjîyê min
Êşa giran dikevê dilê min
Serxweş dibim bê evîn û bade
Dil reş dibim bê pînûs û rûpel
Dinevisînim saz û helbest
Şîyar dikim şad û dilşad
Sax dikim gora mem û zînê
Xeyal dikim kû ez memim
Û tû zîna zêdanê
Li dijî min tû berfa sipîye
Sing gewr û lêv sore
Min ji tera çav neqandin
Bersiv nekir ji çav û rewan
Şîn û êş kete serê min
Li min kir sed nexweş
Birçî kirim dil û can
Peyda kirim li deşta dûr
Perîşan kirim dûr bi dûr
Xewn Xeyal ne dirust bûn
Ew û sorgulê bi hevra dust bûn
Îro li benda wê ez serxweşim
Êş û girî û gazîme
Hêvîya pirsek pir cûkim
Jîne lê mirine.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….