Piştî ku filmê derhênerê Kurd ji rojavaya Kurdistanê Mano Xelîl „ Davîdê Tolhîldan“ li gelek festîvalên filma li cîhane hat hilbijartin, ku herdem bala temaşevanan gelekî tîne ser xwe, niha besdarî festîvalek nu dibe. Jiber ku mijara film mijarek giring, kuft û go ê mezin tîne hole. Di van salê dawî de, gunehbara „terorîsmê „ buye mode, û mafên mirovan bi têorîa „yen ku qeweta wan heye, heq di destê wan de ye“ tên pîvandinFilmê „Davîdê Tolhîldan“ di gelek festivalan de hat pêşwazî kirin, di dema hazir de, hatiye hilbijartin weke yek ji baştirîn filmê dokumentar ê sala 2007, ku wezareta rewşenbîrî a Swîsra pê radibe, ku pistî mehek din wê xelat bê xwyanî kirin. Tê zanîn ku film li festîvala Aljazeera a filman hat nisan dan, weke festivala Krakow a Poloniya, a London û Berlin bo filmên Kurdî, niha ji 15 heta 22 Aylune li Split a Kroatia tê temasekirin. Weke ku tê zanîn ev film berî demeke kurt, başdarî festivala filman li Emîrata Erebî bibu, lê ji ber mudaxeleta rêjîma Tirk û zexta wê li ser hukumeta Emîrata Erebî, ku rêjîma tirk bi rengekî fermi bi mîna ku ev film, filmekî „Terorîste“ ji hukumeta Emîrat daxwaz kiribu, film neyê şanîdan . Ji bo ev mesele neba krîzak mezin di navbera Emîrat û Tirkî de, qerar ji wezareta derve a Emîrat hatibu danîn ku Film neye şanid dan û ji festîvalê bê kişandin.
Fîlmê „Davîdê Tolhildan“ çîroka xortê Swîsrî Davîd Rouiller, Kurê serokê dadgha Federal a Swîsra a berê ye. Davîd dev ji jiyana xwe a komfort li Swîsra berda û ev buye der-dora şeş salan, cihê xwe di nav refê Gerîlayên Kurd de dîtiye. Fîlm li ser jiyana vî xortê Swîsrî diaxive û eu bi xwe mînake ku temaşevan jiyana Gerîla bi temamî nas bike.
Dayka Davîd ji Swîsra berê xwe dide çiyayên Kurdîstanê û eu jî dibe şahidek rastiya miletê kurd û heqê wî di jiyanek azad û serbixwe de.
Eger tirk li Emîrata Ereb bi serketin, emê li cîhanê bi serkevin. Niha ji 15 heta 22 Aylun li Splita Kroatia tê sanî dan. Li vir lînka festîvalê:

Şîrove (0)