Helbest u Vidyo

Tewbe

Narîn Omer

Bêje min
tu Agirbazî
Yan tu Cadoyê
Fir,ewnî?!
An jî te
kopalê Mûsa
Veşartiye ?!
min Sond di dan
ez
Evîniya te
Di rayên Hizirê
Xwe de

Bi çirmisînim
Dêmen û
Nîgaşên te
Ji tûrika
Bîranînên xwe
Bi firînim
Lê mixabin
 Sûndên min
Beyhûde diçin
Gava ez te dibînim
Dîtinek bi lez û bez di
  Rûpelên
bîroka xwe de :
Çaxê şahê mirinê
Zora min bi be
Di kefteleftek
bê nermayî de
Bi yek dengî
min bi axêve
Çawa ezê serî
hildim û
Zora şahê bê çar
bibim
Mirina evîndara
ezê bi mirînim.
Hestê Zummêna min
Pêkenokekî
di weşîne û
Dibêje:
Tewbe yê Ereb
Ji berî te
Ev Soza bê sûde
Vehûna bû
Di dîlana dilê

Leyla Exyelî de.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…