Ez u Ew duyemîna heyînê ye !

Meşal Temo

Di gotin an gengeşeya mirovan û bi pêşkirina nerîn û nivîsan de, tim mirov dibêje; ev nerîna min e, ango “ez” ! Li himber dijnerîn an jî helwesteke cuda ji yê din re, ango “ew” ! Ez û Ew, duyemîna pêwendiyek jiyanê ye. Ji xwe li ser wê pêwendiyê civat ava dibin an jî diherifin . Li ser mijara wekheviya ez û ew, an nakokiya wan dixwazim hinekî rawestim.
1-  Gava mirov dibêje “ez” dide nasîn ku “ew” heye ! Ango ez bi hebûna ew tête gotin û wateya xwe ji vê yekê distîne.
2-  Ez bê hebûna “ew” nabe “ez” ! û “ew” bê hebûna “ez” nabe “ew” ! Bi wateya ku her yek ji wan rewabûna xwe ji hebûna yê din distîne, ji ber hebûna min bê wateye gava tu tune be .
3-  Ramanên “ez” tenê dibin nerîn û ferezî, li himber ramanên “ew” ! û ne ev hawkêşa di navbera “ez û ew” de ba, wê jiyan tekrengba û tu civatên mirovan pêda nedibûn .
Diyare ku çiqas “ez û ew” li hevhatîbin, hiwqas wê civat pêşbikeve û ramanên avabûna mirovan wê cî di mejî û bîrweriyê de bigre. Ev nayê wateya ku “ez û ew” fotokopiyek bin, lê karîna şêwaz û hirmet ji nerîna cuda re di bingeha mejiyê “ez û ew ” hebe, ango hevpariyek bi hebûna fereziyek serbixwe dikin û nîrxmejiyê xwe di helwestên xwe de bi kar tînin. Lewma helwestên wisa hevbeşin û cuda ne di eynî demê de, ji ber her nerînek derneweke ji layekî diyaroka li ber çav di jiyanê de.Helbet her nerînek parçek ji rastiyê tê de heye û gava nerîna “ez û ew” kom dibin rasteqînî tête hole ! Ji xwe pirnerîn wekheviyê û hevpariyê tine ziman û pê re jî vejîneke aştîxwaz û şareza di civatê de binkok dike. Ji ber wisa jî miletên kevnar weke Romanan komîta pendeyaran ava kiribûn û bi şêwira wan biryar dihatin standin û dirbarî vê yekê jî Emamê Elî dibêje :(kesê bi mirovan re bişêwire, hevpariyê bi  mejiyê wan dike) bi wateya ku tim “ez û ew” di axaftin û gengeşiya xwe nerînek hevpar pêktînin. Ji xwe gava “ez” “ew” nebîne û bi hemû awayan li bişaftina wî bigere, helbet wê berevajî tiştê hate gotin di civatê de diyar be.
Mixabin heta nuha di civata kurdî de “ez” “ew” pelçiqandiye ! û ji rêvebiriya jiyana xwe dûr xistiye. Ev jî binyat bûye di civata me de, ji ber van sedeman :
1- Rewşa parçebûnê û desthiladariya idiolojiyên yên ku “ew” nabînin û bi sîdana ramanên idiolojiyî hate bin cilik kirin.
2- Binkokiya fêmkirina me ji pêwendiyên civatê re hîn heta roja îroj li ser pêvajoya Mehmudkî û Etmankî hatine avakirin.
3- Perwerdiya me di dema çûyî de bi teknerîn û tekserok û tekrastî û tek… ? Yên bi xwe berdewamiya pêwendiyê  êl û malbatan e ! Tev ku gelek ji me di kêsima xwe de hatine guhertin, lê di naveroka ramanên paşmejiyê xwe de hîn ew cîmayên kevnar û payenizim hilgirtiye .
Bawerim ku jiyan sererast nabe gava “ez û ew” tê de ne hevparbin, ji xwe heta ku li tenişt hevbin divêt her yek ji me li xwe vegere û lêkedanek nûjin ji raman û helwestên xwe bike û helkewt weke heye bixwîne ne weke ku xewnên wî dixwazin. Ev jî bi hewceyî hin helwestên serekîne ku mirov bi hebûna wan, bikaribe xelasbe ji binyatên xweser û xweber yên di paşmejî de betink girtine û bûne wargehek ji nexweşiyê re , lewma pêwîste di gava yekem de danasîn bi hebûn û dîtina “ew” hebe, ji ber bi nasîna “ew” helkewt berdewamiya heyînê dibe û heta ev nasîn jî pêda bibe dive ev bingeh bêtin danîn :
1- Xelasbûna ji danasînên mafên miqedes ! Ji ber her mafê bi dest dikeve hevrêjî ye.
2- Dûrketina ji çarçovên idiolojîk yên li “ew” weke dijmineke tewanbar dinêrin û sînorên xwedanî li derdora xwe dipêçin.
3- Azadî ji ramanên pîlanger yên mejiyê mirovan bi xwe re dibin betlanê û ferwerdiyên hazir vewêniya ramanên cuda dikin.
4- Guhertina binkokên fêmkirina mejî bi xwe û bi yê cuda re jî, helbet yê cuda bi hebûna “ew” tête sînor kirin .
5- Danasîna bi “ew” ku parçek ji rastî û mafdariyê bi xwe re hilgirtiye.

Bawerim ku gava “ez” karibe binyatên ferwerdiya mejiyê xwe sererast bike û weke hevbeşek li “ew” binêre, wê civet bi hevpariya “ez  û ew” pêşkeve û rewşenbîriyeke şareza di azûmanên zelalbûna mejî de bête afirandin û wê binyata bîrweriyeke demoqrat bête damezirandin ..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…