Daxuyaniya Komîta Serkirdayetiya Rêxistina Ewropa ya YEKÎTÎ ser girtina Ismaîl Umer

Roja 09.12.2007, dora katjimêr 24.00 hevalê me mamoste Ismayîl Omer (59), serokê partiya me, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, ji aliyê hêzên ewlekeriya dewletê ya rêjîma Bees a şoven û totalîter li bajarê Qamişlo bi awayekî tund, remekî û deryasayî hate girtin. Ta nuha jî ew girtî ye, rewşa wî jî ne diyar e.
Armanca vê girtinê, helbet, ew e ku rêjîm hewil dide Tevgera Rizgarîxwaza Kurd bitirsîne û xebatkarên gelê me, bi van şêweyên zordar û hovane, biceflîne, da ku hem xebata netewî bête qelskirin, hem jî Kurd dest ji xebata niştîmanî, ya ku kurd hêz û stûna herî xort in tê de, berdin.
Bi vî rengî rêjîm hewil dide ku xebata li dijî totalîteriyê û li pênawî avakirina welatekî demokrat, ku tê de her mirovek azad be û hemû hêmanên netewî yên civaka Sûriyê azad û wekhev bin, pûç bike.
Lê bila deshilat jî, hemû kesên li dijî guhartin û serastkirina civak û dewletê jî, baş wê yekê zani bin ku ev gelê ku tevî hemû zor, pest û kiryrên şoven û nijadperest, tevî bi dehan şehîd û bi sedan girtinên remekî û hovane dest ji xebatâ xwe ber ne dayî, helbet, wê bi girtina serokê partiya me jî dest ji xebata xwe ya pir dadmend û rewa bernede. Berevajî wê, ev kiryar hemû ji xebat û berxwedana me re dibin ardû û hêzeke xortkirinê. Emê tu carî dest ji xebata li dijî totalîteriyê û li pênawî avakirina welatekî demokrat, ku tê de gelê kurd hemû mafên xwe yên netewî li ser xaka pav û kalên xwe bi dest xîne, bernadin.
Em, weke Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, vê girtina remek bi tundî şermezar dikin. Di heman demê de em bang li hemû hêz û rêxistinên demokrat û azadxwaz û bervedêrên mafên mirovan dikin, da ku ew jî ligel me dengê xwe ji bo serbestberdana hevalê me û hemû girtiyên nêrîn û ramanê bilind bikin. Herweha hêvî ew e ku pestek li rêjîma Sûriyê ya şoven û totalîter, li pênawî jiholêrakirina girtinên remekî, rêzgirtina li mafên mirovî û azadiyên bingehîn û parastina rûmeta hemwelatî, bête kirin.
– Azadî ji bo hevalê me mamoste Ismaîl Omer û hemû girtiyên bîr û ramanê
– Bijî azadî, demokrasî û wekhevî

10.12.2007

Komîta Serkirdayetiya Rêxistina Ewropa ya

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê ­- YEKÎTÎ

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...