Penaberê li welatê xwe…..?

 Lawkê hacî

Ev civata berhev bûye
Min digot çi rewşeke xweş
Ji yek êşê ew çêbûye
Mê pê avdin gula bext reş
 
Hêvî geşbû ji du çira 
Yek civak ya din bi  bira
Kedxwar çiya rast bi gera
Wê bi bê kolê devera
Dergeh nema min lê neda
Da dermankim kul û derda
Lê çi bibêjim ne merda
Birînêm kirin bi seda
 
Xewnên bi civatê didî
Derketin mêr bi gotnên geş
Dûrî rewşêbûn ezbenî
Pûç û valane û rû reş
 
Berî da dergehê bira
Da bi xwazim çara kula
Li der dora kurê bava
Rê nedan min hirç û gura
 
Ji rewşa penaberîya xwe
Seyr û mat bûn jê di dîtî
Ew ya ku min bawer nedkir
Bi guh bihîst bi çav dîtî
 
Bazirganên girftyarê
Ew kesên bê kesayetî
Bi erzanî wan difrotî
Doza gelê vî welatî 
 
Ên xwedan nerx îro ewin
Bi biryar û bi derfetin
Evîndarên doza pîroz
Ji wan neşên bi lebitin
 
 
Mame bê çar xemgîn û jar
Xewn û hêvî derketin xar
Ji dûr xweşe dengê defê
Havîn tu car nabe  buhar
 
Xerîbim li welatê xwe
Penaberim jêr ala xwe
Tifo…jiyan tu zor qehpî
Jan te damin ji hêla xwe ….
 
Duhok – kurdistan

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…