OKSANA

Dildar ismail

 dildarismail@hotmail.com

Bi nerîna pêşî
Dil şiyar bû
Canê min hilweşa
Dane xwe rayên dil
Li peyî şopa wê
Jiwan awirên melûl
Sivik sivik bê hedan
Maça herdo dêmin naz
Ew bejna ziravî baz
Zivistan li min kir havîn
Roj li min kir xewin

Rayên dil ez kirim dildar
Dildarê levhatiya levhatî
Li min veda ……
Şewqa evînê
Ji qadê heya azmanê jor
Li min veda ……
Çiroskên broskên buharê
Rojên nûjen
Rojên hemî ken
Peyda dibin bi levhatiya levhatî
Oksana ji rojê hatiye der
Bejna delalî zirav
Rûkê beşûş dev bi ken
Lêvên ji şêranî şêrîntir
Ji hingivê şana naziktir
Bejna tû nebînê…bejne …?
Pora zêrîn diberiqîne
Bê hiş rewş li hev dizîvire
Dikevim xewşiya rojê de
Dikevim geşbûna dojê de
Bejna tû nebînê …bejne…?
Oksana ji nava sitêran hate xwar
Li qadê dihimbêza min de
Ji ber çavan winda nabe
Ew wêneya ji bêhna gulan
Ji gulên buharê hatiye de
Oksana sînor şikand
Jiyan bi paşve vegerand

24.10.2007  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Molla Nasan

Ey çîyayê rewşa mala Kurdan!
Ey hêviya biharê bi mafê jiyan
Ey cejna nowrozê bi şahî û zanyarî
Ey strana netewî bi agirê şoreșgerî

Em di lêgerîna aştî û dilsoziyê de hatin rêyê rewşenbûn.
Û li bexçe çanda malbatê ,me canê xwe da serxwebûn
Û bi ava pir zelal û hişyarî ,me…

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…