Paşeroja zimanê kurdî li sûrîyê

SELAH BEYRO

Bê goman ziman nasnama gelane li cîhanê ye lew ra ronak bîrê frensî (bîgon) di bêje:
Heger ti bi xwazê miletekî bin dest bike pêdivîye tu nehêle vêrî  zimanê xwe bibe .

çimkû keletor û çand û pêşve çûna hevçerx û şaristanî girêdayîye bi pêşve çûna ziman ve, Lew re rijêmên kurdistan hevbeş kirin mîna rijêma erbî û tirkî û  farsî yên  regezperest berdewamin li ser qedexekirina zimanê kurdî, bitenê hin rijêm rê didine nivîsandin û bexşanên kurdî lê bi tîpên komara wê rijêmê ,ji ber giringiya ziman di jiyana miletan de, û çareserîya pirsgirêkên siyasî û netewî de.

Rijêmê  roleke perwerde kirinê giring di nav rêzên şagirtan de li herçar qûnaxê xwendinê li vî parçê kurdistana sûrîyê bi kar anîye.
rijêm zanê ku miletê kurd miletekî resen û kevnare ji ezel ve li ser xaka xwe dijî  û Zimanê kurdî zimanê yeke mîne piştî zimanê erebî yê frmî li komara sûrîyê, pitir ji /3/ê.milyon û/25/hezar kurd bi zimanê kurdî zikmakî di beyvin lê cihê daxêye
di vî çerxî tiknolocîya û ragihandina enternêt de ku desthilata sûrîyê heya nuha ziman kurdî qedexe kirîye, û ev hijmara mezin ji hevwelatîyên xwe dûr kirine ji  zimanê zikmakî yê resen, ev karekî hovaneye ku rijêmên kurdistan dagikirin dijî gelê kurd bi kar tînin,bi taybet rijêma sûrîyê û bo nemûne:berî  salekê /3/ê.  mamostayê fêrbûna zimanê kurdî ji bal polîsê bajarê helebê ve hatine girtin û sizadan ev ji hêlekê ve, ji hêla din ve hinek ji miletê me hevkarin bi rijêmê re bi qedexe kirina ziman, lê bi şêweyekî din di hindirê mala xwe de ku bi zimanê erebî û biyanî taxivin û nahêlin zarokên wan jî hînî zimanê bav û kalên xwe bibin, û nayênine hizir û bîra xwe dema Dr.Nûredîn zaza di zindana xwede gotibû: emê zindanê kine dibistana zimanê kurdî ,lê mixabin ew kes dibêjin: tiştekî normal û mûdêrine ,çêdibê ku ew nizanibin kuştina hestê netewîye li ba zarok û nifşê nuh..?? banga min ji gelê me re ku zarokên xwe perwerde bikin li ser rêbaza pêşewên me anîne ziman û mefa ji  xulên fêrbûna zimanê zikmakî bikin yên têne sazkirin û li darxistin ji bal hinek rêxstinên kurdî û kesên sivîl ve, yên xem xwerê peyva krdî.
di gomanê min de  yek milet weke miletê kurd tûşî tind û tûjîyî û kuştaran ne bûwî
ye,ne cengîz xan û ne holako û ne siltanê osmanîyan û ne sefewîyan karîbûn vî miletî dûrkin ji ziman û çanda wî.

Li dawîyê ez hêêêdîka di kuhê keysebaz û regezperistan de di bêjim: mana zimanê kurdî kirêdayîyê bi mana çiyayê kurdistanê ve, ji ergê her welat parêz û kurd perwerekî ye vî  zimanê kevnar û resen bi parêzê.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…