Ebdilmecît Şêxo
Min nizanî çi bû !!
Ji nişkava min dît
hemû gulên guldanên
hawîrdora min
serxweş,
çavbeloq bûn,
bi awirşewat bi stêrka Gelawêjê re
hemû gulên guldanên
hawîrdora min
serxweş,
çavbeloq bûn,
bi awirşewat bi stêrka Gelawêjê re
dipeyvîn.
Darên çavên keçên min
babelîskên tûj
di nav porên dilberan de
berdan.
Qîrîna zaokên di pêçekan de
mîna çivîkan di dilên
jinên bedew de
dilorandin.
Lê min nizanî çi bû !!
Min dît MELEKÎ TAWUS
û neqşa welatê “Diyako “
ya ku li ser avraza Hesîrkê
û li sr berpala çiyayê Lêlunê
bi hevringa Rîngoyê Kîmarê nîgarkirî
rûçkên hev ji fêrmêskên dilzariyê
paqij dikirin.
Lê min nizanî çi bû!!.
Min dît
baweşînên darên zeytonê
henarên kerikî ji daran
bi ser serên bûk û zavên
bajarê min de berdidan.
û keskesorê ji gulistana xwe
nêrgiz bi ser alûleyên giyanên
dayikan de berdidan.
Lê dîsan min nizanî çi bû !!!
Min dît îro
karwanên tivîrk û hechecukên
gundên me
mîna berbiyan
bi sêmfoniyên hestnazîk
pêşwaziya fireşteyekê
dikin.
Dîsan min nizanî çi bû!!
Lê min dît helbestên
Rûxwaş û Hêmen
bi destanên bajarê min
avdas dikin
û xûşxûşa kaniya “Maratê.”
mîna minalekî
di dawa Xedîca Sewrên de
bê mêtina memkan
û li ber lorîna Leyle bi ara ……………… amî.
xew dike………. .
babelîskên tûj
di nav porên dilberan de
berdan.
Qîrîna zaokên di pêçekan de
mîna çivîkan di dilên
jinên bedew de
dilorandin.
Lê min nizanî çi bû !!
Min dît MELEKÎ TAWUS
û neqşa welatê “Diyako “
ya ku li ser avraza Hesîrkê
û li sr berpala çiyayê Lêlunê
bi hevringa Rîngoyê Kîmarê nîgarkirî
rûçkên hev ji fêrmêskên dilzariyê
paqij dikirin.
Lê min nizanî çi bû!!.
Min dît
baweşînên darên zeytonê
henarên kerikî ji daran
bi ser serên bûk û zavên
bajarê min de berdidan.
û keskesorê ji gulistana xwe
nêrgiz bi ser alûleyên giyanên
dayikan de berdidan.
Lê dîsan min nizanî çi bû !!!
Min dît îro
karwanên tivîrk û hechecukên
gundên me
mîna berbiyan
bi sêmfoniyên hestnazîk
pêşwaziya fireşteyekê
dikin.
Dîsan min nizanî çi bû!!
Lê min dît helbestên
Rûxwaş û Hêmen
bi destanên bajarê min
avdas dikin
û xûşxûşa kaniya “Maratê.”
mîna minalekî
di dawa Xedîca Sewrên de
bê mêtina memkan
û li ber lorîna Leyle bi ara ……………… amî.
xew dike………. .
Almaniya 1.09.2007.
X: Xedîca Sewrên : Dayika hevalê min, têkoşerê dilsoz û pakrewan Edîb Îbrahîm bavê Pêşrew e. Edîb Îbrahîm di roja 18.08.2007 an de li Almaniya dibe qurbanê welatê xwe.
X: Leyle: Hevsera pakrewanê gelê Kurd Edîb Îbrahîm e.